EWROPA
Nûçeyên Dawî
-
Plana Elmanyayê ya anîna 'ewlekaran' a ji Tirkiyeyê, bi ser neket
Elmanyayê plan dikir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka nebûlan personelên li balafirgehan, 2 hezar ewlekaran ji Tirkiyeyê bîne. Lê belê ev plan bi ser neket. Li gorî agahiyan, heta niha tenê karker karîbû ji lêkolîna ewlekariyê derbas bibe. -
Qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn
Li bajarên Den Haag a Holandayê, di mîtînga hatî lidarxistin de qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn û bang li hikûmeta Holandayê hat kirin ku Qirkirina Êzidiyan nas bike. -
Êrîşên li ser cemxaneyan li Baselê hat protestokirin
Êrîşên li ser cemxaneyan û saziyên Elewiyan li bajarê Basel a Swîsreyê, hat protestokirin û wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li sazî û cemxaneyan derbikevin.” -
Li Marsîlyayê kampanyaya îmzeyan dewam dike
Li Marsîlyayê ji bo PKK’ê ji ‘lîsteyên terorê’ bê derxistin, gelek îmze hatin berhevkirin. -
Ji bo meşa azadiyê ya ji Essen ber bi Aachenê bangawazî hate kirin
Li dijî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê ciwan wê di 11-16 Îlonê de ji bajara Essen ya Elmanyayê ber bi Aacheanê bimeşin. Komîteya amadekariyê ji bo seferberiyê bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir. -
'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê mezin bikin'
Endamên NCDK’ê ya eyaleta Sachsen Nobeda Azadiyê dewir girtin. Li ser navê komê Mûstafa Gungorur axivî û bang li gel û ciwanên Kurd kir ku li dora têkoşînê bicivin. -
Di standa îmzeyan a li Krefeldê keziyên porê jinan!
Di standa îmzeyan a ku ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyên qedexe her roja Înê li Krefeldê tê danîn de, bi danîna keziyên porê jinan bal hat kişandin li ser pêkanînên hovane yên DAÎŞ'ê yên di 3'ê Tebaxê de li dijî jinên Êzidî pêk anîn. -
Bila Kurd nebêjin ‘Yadê ez birçîme’
Li Elmanyayê girtiyên Kurd ên ku ji 129b’ê tên darizandin, rû bi rûyê sûcdarkirinên ku ji bêhiqûqiyên dewleta Tirk a dagirker ne dûrin, dimînin. -
Dadgeha Elman doza YPG/YPJ’ê ya bi daxwaza dewleta Tirk hatibû vekirin red kir
Dadgeha Hannoverê, di doza ku bi daxwaza dewleta Tirk li aktîvîstê Kurd Ciwan Çelîk hat vekirin de, biryar da ku hilgirtina alên YPG/YPJ’ê û propagandaya wê kirin ne sûc in. -
Çalakiya ‘Edaletê' ya bêdem a li dijî karanîna çekên kîmyewî li ber OPCW’ê
Kurdekî bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên bi kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker dan û li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakî lidar xist. -
Qurbaniyên Qirkirina Şengalê hatin bîranîn
Kurdistaniyên ku li Mala Kurdan a li paytexta Rûsyayê Moskowayê hatin ba hev, qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan bi bîr anîn. -
Li Torontoyê qirkirina Êzidiyan hate bîranîn
Kurdên li bajarê Torontoyê yê Kanadayê dijîn bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan çalakiyeke bîranînê li dar xistin. -
Li London û Munchenê bîranînên 3'ê Tebaxê: Bila statuya Şengalê bê naskirin
Li paytexta Îngilistan Londonê û li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxê çalakî hatin lidarxistin û daxwaza naskirina statuya xweser a Şengalê hate kirin. -
Bang li hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku ‘Qirkirina Êzidiyan nas bike’
Di daxuyaniyên ku di çalakiyên li Swîsreyê de hatin dayîn de hate gotin hat diyarkirin ku ya li Şengalê pêk hat qirkirina jin û civakê ye, bang li hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku “Qirkirinê nas bike”. -
Qirkirina Êzidiyan Li Stockholmê hate şermezarkirin
Kurdistaniyan bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li Stockholmê mîtingek lidar xistin. -
Çalakiyên li Ewropa: Bila statuya xweseriyê ya Şengalê bê naskirin- HAT NÛKIRIN
Kurdistanî û dostên wan ên ku qirkirina li Şengalê hatî kirin protesto kirin, îşaret bi xeteriya li ser Şengalê dewam dike kirin û wiha gotin: “Heta ku statuya Şengalê bi awayek fermî neyê qebûlkirin, wê her tim di xeteriyê de be.” -
Qirkirina Êzidiyan li bajarên Elmanyayê hat protestokirin- HAT NÛKIRIN
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li gelek bajarên Elmanyayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin û banga “Bila statuya xweseriyê ya Şengalê bê naskirin.” -
Êzidiyên hatinî qetilkirin li Osloyê hatin bibîranîn
Êzidiyên li Şengalê hatinî qetilkirin li Osloyê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Şengalê li Ermenistanê hatin bibîranîn
Saziyên Êzidiyan ên li Ermenistanê, şehîdên Şengalê bi bîr anîn. -
Li Cenevre û Bernê Qirkirina Êzidiyan hat bîranîn
Li ber Ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê ku zêdeyî sal û nîve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê tê birêvebirin. Di çalakiya vê hefteyê de û li Bernê qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn. -
KON-MED: Em bi ruhê yekîtiya neteweyî Şengalê biparêzin
KON-MED’ê di salvegera Qirkirina Êzidiyan de ji bo çalakiyên li Elmanyayê bang kir. -
Şandeya ciwanên enternasyonalîst û Kurd li Filistînê ne
Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanan û enternasyonalîst, ji bo tevlîbûna Mihrîcana Ciwanan a Farkhayê çûn Filistînê. -
Li seranserê Ewropayê çalakiyên "Ji bo Şengal a azad û xweser em berxwedanê mezin bikin'
Kurdên li Ewropayê, li dijî gef û êrîşên li ser Şengalê wê tevî dostên xwe di 3'ê Tebaxê de dakevin qadan. -
Hejmara meha Tîrmehê ya Serxwebûnê derket
Rojnameya Serxwebûnê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê kir manşet. Her wiha cih da mijarên tecrîdê, Şoreşa Rojava ku ketiye sala xwe ya 10'an û gelek mijarên din nirxand. -
Li Qibrisê nêzî 3 hezar îmze hatin berhevkirin
Ji roja ku kampanya dest pê kiriye, Komîsyona Îmzeyan a girêdayê Meclîsa Gelê Kurd a li Qibrisê ya tim dixebite, îro 2 hezar û 890 îmze berhev kirin.