AKP-MHP ji bo koalîsyonê li hev rûniştin
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû, ji bo hevdîtinên koalîsyonê bi MHP’ê re hevdîtin pêk anî.
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû, ji bo hevdîtinên koalîsyonê bi MHP’ê re hevdîtin pêk anî.
Serokê Giştî yê AKP’ê Davûtoglû, ji bo hevdîtinên koalîsyonê bi MHP’ê re hevdîtin pêk anî.
Davûtoglû li Meclîsê saetek û 45 deqeyan bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî. Davûtoglu paşê li Navenda Giştî ya AKP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hat ragihandin ku ji bo hevdîtinên koalîsyonê yên bi MHP’ê re bên meşandin, Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Farûk Çelîk wek koordînator hatiye wezîfedarkirin.
WÊ SIBE BI HDP’Ê RE RÛNE
Davûtoglû, sibe di çarçoveya hevdîtinên koalîsyonê de wê bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re hevdîtinê pêk bîne.