Demîrtaş: Em amade ne bi her kesî re her mijarê biaxivin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, beriya hevdîtina sibe ya têkildarî koalîsyonê bi heyeta AKP’ê re got ku di çarçoveya rêgezan de amade ne her pirsgirêk û çareseriyê aşkera û jidil nîqaş bikin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, di meqamên xwe yên Meclîsê de, bi Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê de Rebecca Harms re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş diyar kir ku bi her heyeta partiya wan ziyaret bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî yên Tirkiyeyî wê pêşniyarên xwe bi awayekî zelal parve bikin û got: "Wê koalîsyoneke çawa çêbibe, piştî hevdîtanan em ê bi hev re bibînın. Partiya me wek Partiya Demokratîk a Gelan di nav hengameya Rojhilata Navîn, di nav kaosê de, di rewşeke ku Tirkiye jî ji nêz ve bi vê kaosê re rû bi rû ye rolekî pir kilîd dilîze. Partiya me di ferqa vê berpirsyartiyê de ye.”