ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tevgera hewayî danê sibehê careke din destpê kir
Li Amedê tevgera hewayî danê sibehê careke din destpê kir. -
Êrîşên li Pirsûs û qadên gerîla li Toûloûse hatin protestokirin
Li bajarê Fransa Toûloûse, komkujiya li Pirûsê û êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin. -
Komkujiya li Pirsûsê û êrîşên artêşa Tirk li Ewropayê tên protestokirin
Li hemberî komkujiya li Pirsûsê, bomberdûmana dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirna siyasî, nerazîbûna Kurdên li Ewropayê dewam dikin. -
Ustun: AKP ji bo desthilatdariyê xwezayê, mirovan qetil dike
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun, şewitandina daristanan ji aliyê artêşa Tirk ve nirxand û got, "AKP ji bo desthilatdariyê, bi hêsanî xweza û mirovan qetil dike." -
Di êrîşa polîsan de li Mersînê kesek bi giranî birîndar bû
Polîsan li navçeya Akdenîzê êrîş bi ser girseya operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk şermezar kir. Di êrîşê de kesek bi giranî birîndar bû. -
Li Gazî rewşa OHAL
Hêzên dewleta Tirk ên êrîş birin ser merasîma cenazeyê Gunay Ozarslan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Taxa Gazî rewşa Awerte OHAL îlan kirin. -
Ustun: li Taxa Gazî komkujî tê kirin
Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun, diyar kir ku tîmên taybet niha li Taxa Gazî êrîşî gel dikin û got: “Sibe wê çend mirî hebin ne diyar e.” -
ETHA hat sansûrkirin
Li gor konsepta şer a hikûmeta AKP’ê plana bêdengkirina çapemeniya azad jî ket dewrê. -
Yuksekdag: Bila kes ranebe me tehdît neke
Yuksekdag îlana şer a AKP'’ê ya li hember gelan nirxand û got: "Li vî welatî xwediyên aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê hene, ev nirx ne bê xwedî ne.” -
Însiyatîfa Gel a Amedê: Lîstikên qirêj ên AKP'ê wê bi serhildanan bên astengkirin
Însiyatîfa Gel a Amedê, li hember êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê ji bo pêşxistina çalakiyên vemirand û pêxistina lambeyan û derxistina deng a wê îşev saet 20.30’î destpê bike bang li her kesî kir. -
HDP: Medyaya alîgir HDP'ê hedef nîşan dide
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan, li ser weşanên medyaya alîgir a AKP’ê ya partiya wan hedef nîşan dide daxuyaniyek nivîskî wişand. -
Polîsan careke din êrîşî cenazeyê Ozarslan kirin
Polîsan careke din êrîşî cenazeyê Gunay Ozarslan kirin, ku di operasyona binçavkirinê de ew qetil kiribûn. Dayik Ozarslan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da û diyar kir ku polîsan 15 gule berdane keça wê ya di xew ne. -
Li Patnosê tevgera keşfê
Artêşa Tirk ji 23'ê Tîrmehê heta saet 16:00 ê îro, li qada Gamişvan a ser bi navçeya Agirî Patnosê keşif kir. -
HDP: Îro ne roja bêdengiyê ye
HDP’ê daxuyand ku sînorê rewşa şîdetê ya ku Serokomar Erdogan afirandiye tune ye û armanca Erdogan ew e ku hilbijartineke ku wî careke din bi hêz bike biafirîne. -
Polîsên avêtin ser Egîtîm-Senê biryara dadgehê guherandin
Polîsên avêtin ser Egîtîm-Senê, li ser biryara dozgeriyê ya 'wê lêgerîn li mêvanxaneyê bê kirin' zêde kir û li tevahiya avahiyê geriyan. Hewl tê dayîn ku birîndar bên binçavkirin. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de bi sedan kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî, ku di çarçoveya îlana şer de AKP'ê da destpêkirin, îro jî dewam dikin. Heta niha bi sedan kes hatine binçavkirin. -
'Bi fermana Erdogan û Arinç êrîşî çapemeniya muxalif kirin'
OGC, li hember astengkirina navgînên weşana muxalif nerazîbûn nîşan da û got: "AKP desthilatdariya bi hilbijartina 7’ê Hezîranê winda kir, dixwaze bi zora çekê û welat bixe nav şer ji nû ve bi dest bixe.” -
Onder: Maliyeta civakî ya şerê AKP'ê daye destpêkirin wê gelekî mezin be!
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder destnîşan kir ku maliyeta civakî ya bomberdûmana hikûmetê ya li hemberî gerîla pêk tîne, wê gelekî mezin be. -
Polîsan avêtin ser Egîtîm-Senê
Polîsan avêtin ser mêvanxaneya Navenda Giştî ya Egîtîm-Senê û bi hinceta 'birîndarên ji Kobanê' lê hene, lêgerîn kirin. -
Birîndarên Kobaneyî yên li Enqereyê hatin binçavkirin
Di çarçoveya konsepta şerê topyekûn ê bi fermana hikûmetê re li dijî Kurdan hat destpêkirin de, li Enqereyê danê sibehê 10 kes ku di nav de birîndarên Kobanê jî hebûn, hatin binçavkirin. -
Meşa Aştiyê jî hat qedexekirin
AKP a ku konsepteke nû ya şer xistiye dewrê, meşa aştiyê ya li Stenbolê bê lidarxistin, qedexe kir. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên duh li gelek bajarên Tirkiyeyê destpê kirin, îro jî dewam dikin. Di van operasyonan de gelek ciwanên Kurd hatin binçavkirin. -
Qanûna qedexekirina zewaca zarokan û bi zorê bê bandor ma
Hikûmeta Swêdê ji bo pêşî li zewaca bi zorê û ya bi temenê biçûk bigire, par di qanûna ceza de hin guhertin çêkir. -
Konê serxweşiyê yê li Kolnê bi bîranînê re hat rakirin
Konê serxweşiyê yê çar roj in li bajarê Elmanya Kolnê ji aliyê Federasyona Komeleyên Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle hatibû vedan, bi merasîmeke bîranînê hat rakirin. -
Wek ‘bombeya zindî’ hat nîşandan, lê ji endamtiya rêxistinê beraet kiribû
Polîsên Tirk ên di bin navê têkoşîna bi terorê re li 13 bajaran operasyon kirin, li Bagcilar a Stenbolê jina bi navê Gunay Ozarslan qetil kirin.