Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da û got: “Pêvajo ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi tecrîda li hember Birêz Ocalan û pêvajo ku fedayî kampanyaya hilbijartinê hat kirin birîneke kûr xwariye.”
HDP’ê ji bo AKP destketiyên li Rojava neke hedef hişyar kir û xwest tavilê kalekol û bendavên bi armanca leşkerî tên çêkirin bên sekinandin. HDP’ê xwest provokayonên weke ya li Erdexanê bên bidawîkirin. HDP’ê ji bo aştiyê banga hestyariyê li hemû civakê kir.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encama civîna xwe ya 13’ê Tîrmehê aşkera kir.
'BI TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN RE PÊVAJOYÊ ZERAR DÎT'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û hat gotin, "Pêvajoya ku ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve xwedî roleke girîng e, ji ber tecrîda ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve li ser Birêz Ocalan tê meşandin û fedakirina pêvajoyê li kampanya hilbijartinê, zerareke mezin dîtiye. Em careke din dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku ji bo pêvajo bi lez û bez were restorekirin û meşandin, em ê bi berpirsyarî rabin. Em careke din destnîşan dikin ku divê tecrîd tavilê bê rakirin, heyeta çavdêriyê were avakirin, hevdîtin derhal destpê bikin û mercên agirbesta zexmkirî bên afirandin. Girîng e di vî warê de bi lezgînî gav werin avêtin."
‘HIKÛMET HAT HIŞYARKIRIN’
Di daxuyaniyê de hikûmeta ku şert û mercên şer ava dike, li ser sînorê Sûriyeyê leşkeran kom dike, dubare hat hişyarkirin û wiha hat gotin: “Ev pêngava ji bo tinekirina destketiyên Rojava, bi hinceta têkoşîna li hember DAIŞ’ê tê armanckirin ku mudaxalayî Sûriyê bê kirin. Em li bendê ne ku hikûmet tavilê dest ji vê xeyala bi tehlûke berde, dawî li sewqiyata leşkerî bîne, dawî li operasyon û êrîşên li cihên cuda bîne, di serî de kiryarên provokasyona li Erdexanê û gelek bûyerên weke van ên di demên dawiyê de tavilê bêne girtin û radestî edaletê bêne kirin. Her wiha em carek din bang li hikûmetê dikin ji bo kalekolên tê çêkirin û înşaetên bendavên bi armanca leşkerî tavilê bêne sekinandin. Ev pêkanîn pêvajoya çareseriyê di aliyê neyênî de bandor dikin.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ji bo aştiyê hemû civak dawetî hestyariyê kir da xuyakirin ku wê heya dawiyê tevkariyê ji bo ‘Bloka Aştiyê’ ya derbasî jiyanê bûye bikin; li gel vê wê li hemberî mudaxaleyên leşkerî yên li hember Sûriyeyê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û di dema pêşiya me de jî wê têkoşîna xwe ya çalak bi rêzeçalakiyan û xebatên parlamentoyê bidomînin.
Her wiha HDP’ê dan zanîn ku wê li hember projeyên qirkirina xwezayê yên weke di serî de li Derya Reş, hemû înşaetên HES’an ên li herêmên cur bi cur ên Tirkiyeyê, weke li bûyerên Yeşîl Yol û kanên zêr ên li Cerattepe yên Artvînê de derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Di daxuyaniyê de ev xisûs hatin diyarkirin.
‘EM JI HILBIJARTINA ZÛ RE AMADE NE’
“Mirinên karkeran ên encama sîstema taşeron û xebata li gorî vê şêwegirtî jî didome. Gava yekem a ji komkujiyên karkeran re em bibêjin bese, di dawîanîna sîstema taşeron re derbas dibe. Wê xebatên me yên di mijara ewlehî û baweriya kar di dema pêş de zêdetir bibin û em didin diyarkirin ku wê têkoşîna me di vê mîjarê de bi muxalefeta civakê re bilindtir bibe.
Rêgezên ku me beriya hevdîtinên koalîsyonê diparastin di tevayî hevdîtinên koalîsyonê de jî wê rê nîşanî me bide. Rêgezên me yên di bin sernavên ‘Demokrasî, Edalet û Aştî’ yê de kom kirine, berhemên feraseteke ku di nava bazarên koalîsyonê de asê nebûye û di mijara koalîsyonek çawa çêbibe de çarçoveyeke bi rêgez pêşkêşî me dike. Hilbijartinek zû ya ku girêdayî mijarar ti encam ji hevdîtinên koalîsyonê nayên girtinê jî rêxistina me amade ye û wê dest bi xebatên xwe bike.
Kongreya Mezin a Asayî ya pêşiya partiya me heye û me dest bi amadekariyên vê jî kirine. Pêvajoya ku wê bi konferansên xwecihî û civînên gel pêş bixin, wê di meha Cotmehê de bi Kongreya Mezin a Asayî temam bibe.”