HDP'ê belgeya li ser daxwaz û nêzîkatiyên xwe radestî AKP'ê kir
Di çarçoveya danûstandinên koalîsyonê de heyetên HDP û AKP'ê civiyan. HDP'ê, belgeyek li ser serenavên Demokrasî, Edalet û Aştiyê radestî heyeta AKP'ê kir.
Di çarçoveya danûstandinên koalîsyonê de heyetên HDP û AKP'ê civiyan. HDP'ê, belgeyek li ser serenavên Demokrasî, Edalet û Aştiyê radestî heyeta AKP'ê kir.
Di çarçoveya danûstandinên koalîsyonê de heyetên HDP û AKP'ê civiyan. HDP'ê, belgeyek li ser serenavên Demokrasî, Edalet û Aştiyê radestî heyeta AKP'ê kir.
HDP'ê ev belgeya bi serenavê "Bendewariyên bingehîn ên civaka Tirkiyeyê ji parlamenta serdema 25. û nêzîkatiyên pîvanî yên HDP'ê" bi raya giştî re parve kir.
Naveroka belgeya ku HDP'ê radestî heyeta AKP'ê ya bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir, bi vî rengî ye:
"1-DEMOKRASÎ
-Li ser esasê çarçoveyeke sivîl, azadîparêziya jinê, demokratîk, wekheviya zayendî, ekolojîk û civakî çêkirina destûreke nû ya bingehîn, kêmkirina erkên Serokkomariyê
- Rakirina Qanûna Ewlekariya Hundir û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ji meriyetê
-Demokratîkkirina Qanûna Partiyên Siyasî û rakirina benda hilbijartinê
-Reforma dadgeriyê li gorî serxwebûn û bêalîtiya dadgeriyê, were kirin
-Ewlekirina mafê xwepêşandanê, azadiya îfadeyê, azadiyên sendîkayî û azadiya çapemeniyê
-Dawîanîna li sîstema taşeron, zêdekirina mûçeyê kêmtirîn û mehaneyên teqawîtan, kêmkirina temenê teqawîtbûnê, pêkanîna ewlekarî û garantiya kar, bi lez û bez wezîfedarkirina mamosteyên li benda wezîfedarkirinê ne
-Betalkirina projeyên santrala nukleerî, HES û santralên termîk ên xwezayê talan dikin
2- EDALET
-Lêpirsîna îdîayên bertîl û nelirêtiyê bi awayekî cidî
-Lêkolîn û lêpirsîna li veguhastina çekan bi awayekî derveyî qanûnî ji bo Sûriyeyê
-Ji tespîtkirin û cezakirina berpirsyarên Komkujiya Roboskî, ji nû ve despêkirina lêpirsînê
-Tespîtkirin û cezakirina kiryarên rastî yên di dema berxwedanên Gezî û Kobanê de hatin qetilkirin
-Ji bo pêşîgirtina li her şêwe şîdet û komkujiyên li hemberî jinan, bi lezgînî tedbîrên rasteqîn bên wergirtin, gotinên nefretê di çarçoveya cezayê giran de bên cezakirin û Wezareta Jinê bê avakirin
-Ji her alî ve komkujiyên karkeran li Soma û Ermenekê bên lêpirsîn û hemû berpirsyar werin cezakirin
3- AŞTÎ
-Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî zelal û di bin kontrola Parlamentê de, tevî heyetên çavdêriyê pêvajoya muzakereyê were meşandin
-Ji bo mûxatap di pêvajoya muzakereyê de di nava şert û mercên azad û wekhev de hevdîtinan karibin bikin, temînat bê dayîn
-Agirbesta du alî ya zexmkirî bikeve meriyetê, şert û mercên ji bo serbestberdana girtiyên nexweş bên afirandin
-Di bin sîwana Parlamentê de Komîsyona Heqîqet û Rûlihevhatina Paşerojê, bê avakirin
-Di serî de li Iraq û Sûriyeyê, her şêwe destekên ji bo komên weke DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re tê dayîn bên birîn û li hemberî van koman tedbîrên bi bandor werin girtin
-Bi hemû gel û komên baweriyan ên li Sûriyeyê re di asta wekheviyê de têkilî bê danîn, destekek aktîf ji aştiya navxweyî û demokratîkbûyîna Sûriyeyê re were dayîn."