Hevdîtina HDP-AKP bi dawî bû

Hevdîtina HDP û AKP'ê ya têkildarî koalîsyonê bi dawî bû. HDP wê têkildarî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hevdîtina HDP û AKP'ê ya têkildarî koalîsyonê bi dawî bû. HDP wê têkildarî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê bide.

Heyeta AKP'ê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu ku ji Yalçin Akdogan, Efkan Ala, Mehdî Eker, Adnan Boynukara, Zehra Taşkesenoglu pêk hat, ji bo hevdîtinên koalîsyonê hatin Navenda Giştî ya HDP'ê. Heyeta AKP'ê ji aliyê Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê ku ji Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlên Komê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, Amirê Îdarî ya Koma HDP'ê Sirri Sureyya Onder û endama Desteya Rêveber a Navendî Zeynep Karaman pêk hat li gel heyeta AKP'ê rûniştin. Hevdîtin nêzî 2 saetan dewam kir.

Hat ragihandin ku wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş têkildarî hevdîtinê daxuyaniyekê bide.