Şaredariya Karabûrûnê desteka xwe ya ji bo kongreya zanistê ji ber îfadeya ‘qirkirinê’ vekişand

Şaredariya Karabûrûn ku her sal destekê dide Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê, diyar kir ku ji ber îsal di metna bangê ya kongreyê de îfadeya ‘Qirkirina Ermenî û Suryanî ya 1915’an’ hatiye bicihkirin, wê destekê nede kongreyê.

Li Karabûrûnê îsal 10. Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê wê di navbera 2-6’ê Îlonê de pêk bê. Şaredariya Karabûrûnê ku her sal destekê dide Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê, diyar kir ku ji ber îsal di metna bangê ya kongreyê de îfadeya ‘Qirkirina Ermenî û Suryanî ya 1915’an’ hatiye bicihkirin, wê destekê nede kongreyê.

Ji Komîteya Amadekar a Kongreya Zanistî ya Karabûrûnê akademîsyen Emel Yûvayapan diyar kir ku sala 2015’an 100. Salvegera komkujiyê bû û anı ziman ku hesabdayîna vê, berspirsyariya civakî ye.

Yûvayapan da zanîn ku axaftina li ser vê mijarê nerehetiyên mezin diafirîne û got: "9 salan ti pirsgirêk derneketin pêşiya me, lê îsal pirsgirêk derket. Alîkariyên şaredariyê ji bo me girîng bûn. Kongre ji aliyê naverokê ve tim ser bi xwe ma."

'EM Ê BI DERFETÊN XWE LIDAR BIXIN'

Yûvayapan da zanîn ku rayedarê şaredariyê xwestine ku îfadeya ‘Qirkirina Ermenî û Suryaniyan a 1915’an’ ji metna bangê bê rakirin û got: "Em nekarin bi ti awayî biguherînin. Me banga xwe kiriye. Bêyî desteka şaredariyê jî em ê bi derfetên xwe kongreyê lidar bixin."

Yûvayapan di berdewamiyê de diyar kir ku gotina komkujiyê ji gotina qirkirinê ne siviktire û ev îfade bi kar anî: "Ji me re gotin ne qirkirin, komkujî binivîsin. Ji ber cezayê hiqûqî yên ji bo gotina qirkirinê, îtîrazê vê dikin. Lê em dîsa jî fikirî ku ev îfade bimîne. Kesên ew pêvajo jiyabûn, wisa şîrove kirin. Ev ji bo me girîng bû. Me jî wisa bi kar anîn.

'EM Ê MIJARÊN CIVAKÎ NÎQAŞ BIKIN'

Mijara sereke ya kongreyê ne qirkirine. Komkujiyên li girtîgehan, şerên li Rojhilata  Navîn, komkujiyên xwezayê, qetilkirina jinan wê bê nîqaşkirin. Ji ber sedsala wê mijara me ya herî girîng wê komkujiya Ermeniyan be. Wê komkujiyên Çorûm, Mereş û Dêrsimê bên nîqaşkirin.  

'GEL DIXWAZE DESTEK BÊ DAYÎN'

Gelê Karabûrûnê dixwaze ev kongre pêk bê û ji ber şaredarî destekê nade kongreyê gel nerehet dibe. Gel ji bo kongreyê bi şaredariyê re hevdîtin kir."

Yûvayapan ji metna îmzeyê ya hatiye weşandin ev tişt vegot: "Tevî hemû zehmetiyan Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê desteka gelê Karabûrûnê girt û bêyî ku desteka şaredariyê bigire wê dîsa pêk bê. Dîsa em ji ber alîkariya ku heta îro dane spasiyên xwe dikin. Eger ev nêzîkatiya neyînî neguhere, em ê jivir şûnde jî kongreya xwe pêk bînin û di nava destekvanan de cih nedin şaredariyê.

Em wek Desteya Sererastkirina Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê, Nîvgirava Karabûrûnê tenê wek cihê kongreyê nabînin. Wek cihê serhildana civakî, ya girîng jî cihî dîrokî yê ku zanîna bindestan a kolektîf pêş dikeve dibînin. Me ev gelek carî îfade kir. Em ê kongreya 11. jî li Karabûrûnê pêk bînin.

BANGA PIŞTEVANIYÊ 

Em bang li hemû beşdar û temaşevanên xwe, saziyên destek dane kongreya me, zanistan û hevalên xwe dikin ku destekê bidin vê banga me. Kongreya Zanistê ya Karabûrûnê wê bêyî ji rêgezên xwe yên zanistî û sekna xwe tawîzê bide, di rêya xwe de dewam bike. Em ê niha ji her demê zêdetir xwedî li kongreya xwe derkevin."

...