Bûldan bûyera li Erdexanê qewimî xist rojeva Meclîsê

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan, bûyera li Erdexanê qewimî xist rojeva Meclîsê û der barê mijarê de pirs ji hikûmetê pirsî.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan, bûyera li Erdexanê qewimî xist rojeva Meclîsê û der barê mijarê de pirs ji hikûmetê pirsî.

Bûldan di pêşniyar pirsa xwe ya li ser mijarê de der barê bûyerê de agahî da û got, "Di sibeha 12'ê Tîrmehê de mînîbusa Kamber Morkoç, Emîne Morkoç, Harîka Morkoç, Kûrtûlûş Morkoç, Sabrî Morkoç û Altan Akin tê debû, ji bo biçe Zozanên Senemoglû ji gundê Gundikê yê navçeya Erdexan Golanê ket ser rê, li ser rêya zozanan, li herêma daristanî ya di navbear Erzîrom û Golanê de ji gulereşandina leşkerên beriya du rojan li herêmê xwe bi cih kiribûn rast hat."

Bûldan bibîr xist ku di êrîşê de Kamber Morkoç ê 70 salî jiyana xwe ji dest daye, ji rêveberên HDP'ê yên Bajêr Sabrî Morkoç ji zikê xwe bi giranî birîndar bûye û hînê jiyana wî di xeteriyê de ye.

Bûldan di pêşniyar pirsê de ji Wezîrê Edaletê Kenan Îpek û Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk xwest bersiva van pirsan bide:

"Heman piştî bûyera li Erdexanê, cihê bûyerê hatiye parastin? Mînîbusa welatiyê jiyana xwe ji dest da û xizmên wî tê debû, hatiye parastin? Ji bo pêşî li windabûna delîlan bê girtin, kîjan tedbîr hatine girtin?

Ji bo pêşî li windabûna delîlan bê girtin, dozger derhal çûye cihê bûyer? Otopsiya welatiyê jiyana xwe ji dest daye hatiye kirin? Otopsî ji aliyê kê ve û di bin çavdêriya kê de hatiye kirin? Lêkolîna balîstîk a fîşekên ji bedena welatiyê jiyana xwe ji dest da derket, hatiye kirin?

Piştî bûyerê, li şahidên bûyerê hatiye guhdarîkirin? Serî li îfadeya hêzên ewlekariyê hatiye dayîn? Agahî û delîlên li ser bûyerê hatine bi dest xistin çi ne? Dozgeriyê yekser lêpirsîn kiriye? Lêpirsîn hatibe kirin di kîjan astê de ye?

Beriya bûyerê tevgereke leşkerî û planeke operasyonê ya hêzên ewlekariyê hebû? Çima hêzên leşkerî bi çekan êrîşî welatiyên sivîl kirin? Di vê çarçoveyê de kî tevlî operasonê bûne? Hêzên ewlekariyê bi kîjan sedemê gule reşandine? Tevî ku ji ber bûyerê mirin rû da jî, hêzên leşkerî çima tedbîr negirtine? Birîn û çavkaniya şopên birînê yên li ser bedena mirovên birîndar bûne, hatiye tespîtkirin? Der barê bûyerê de rapor hatiye amadekirin? Naveroka vê raporê çi ye? Der barê hêzên ewlekariyê yên tevlî bûyerê bûne û operasyon pêkanîne de, lêpirsînek hatiye destpêkirin?

Hatiye tespîtkirin ku di dema bûyerê de kesên xwe weke polîsê sivîl dane naskirin kî ne û çima li herêmê bûn? Tevî ku ji welatiyên rastî êrîşê hatin yekî jiyana xwe ji dest da û hin jê bi giranî birîndar bû, çima bersiv ji daxwaza şandina ambûlansê re nehatiye dayîn?"