Qedexeya destpêkê ya hevdîtina parêzeran di 3'ê Mijdara 2002'an de heman piştî hilbijartinê pêk hat. Piştî ku hevdîtinên li Oslo bi dawî bûn, di 27'ê Mijdara 2011'an de qedexeya hevdîtina bi Ocalan re careke din destpê kir û ev 4 sal in bê navber dewam dike.
Tecrîda 16 salan a li Girtîgeha Îmraliyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, nîşaneya bingehîn a nêzîkatiya AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd e. AKP a ku di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2002'an de bi gotina 'guherînê' bû hikûmet, weke karê destpêkê 4 mehan nehişt parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Mafê hevdîtinê ku heta sala 2001'an hefteyê du rojan bû, piştî sala 2001'ê kirin hefteyê rojekê. Piştî ku hevdîtinên di navbera PKK'ê û dewletê de ku di nava raya giştî de weke "hevdîtinên Oslo" tên zanîn qediyan, di 27'ê Mijdara 2011'an de qedexeya hevdîtina parêzeran mayînde bû.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê trafîka hevdîtina Ocalan-parêzeran a ji sala 1999'an û vir ve nivîsek agahiyê weşand.
DI SALA 1999'AN DE 46 HEVDÎTIN
Li gorî vê yekê, piştî ku Ocalan bi komployeke navneteweyî re li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin, hevdîtina destpêkê di 25'ê Sibata sala 1999'an de pêk hat. Parêzerên Ocalan di sala 1999'an a darizandin û êrîşên lîncê yên li hemberî gelê Kurd de, di meha Sibatê de carekê, di meha Adarê de 3 caran, di meha Nîsanê de 2, di mehên Gulan û hezîranê de 5, di meha Tîrmehê de 7, di Tebaxê de 4, di Îlonê de 7, di Cotmehê de 4, di Mijdarê de 6 û di Kanûnê de jî 2 caran hevdîtin kirin. Hejmara hevdîtinên ku di nava tevahiya salê de hatin kirin 46 e.
DI SALA 2000 DE 34 HEVDÎTIN
Teqwîma hevdîtinên sala 2000'î wiha ye: Çile 4, Sibat 2, Adar 4, Nîsan 2, Gulan 2, Hezîarn 4, Tîrmeh 4, Tebax 4, Îlon 1, Cotmeh 2, Mijdar 3.
Di Çile, Sibat û Adarê yên sala 2001'ê de her mehê 2 caran, di Nîsanê de 3, di Gulanê de 5, di Hezîranê de 2, di Tîrmeh û Tebaxê de her mehê 4, di Îlonê de 3, di Cotmehê de 4, di Mijdarê de 2 û di Kanûnê de carekê hevdîtin hat kirin. Vê carê jî bi giştî 34 caran hevdîtin hat kirin.
QEDEXEYA DESTPÊKÊ DI MEHA DESTPÊKÊ YA HIKÛMETA AKP'Ê DE PÊK HAT
Qedexekirina mafê hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re, ji Mijdara sala 2002'an dema AKP bû hikûmet û pê ve destpê kir.
Di Çile, Sibat û Adara 2002'an de her mehê 3 caran, di Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmehê de her mehê 4 caran, di Tebax û Îlonê de her mehê 3 caran, di Cotmehê de carekê, di mijdarê de 2 caran bi giştî di sala 2002'an de 34 caran hevdîtin hatin kirin.
Ji Mijdara 2002'an û pê ve ku AKP hingî bi gotina 'guherînê' hat ser desthilatdariyê, 4 mehan destûr nehat dayîn Ocalan parêzerên xwe bibîne. Hevdîtina destpêkê ya piştî vê qedexeyê jî di 9'ê Nîsana 2003'an de pêk hat. Di Nîsanê de bi tenê hevdîtinek, di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de her mehê 3 caran, di Îlonê de 2, di Mijdar û Kanûnê de her mehê carekê hevdîtin hat kirin. Di Cotmehê de parêzeran nekarîn Ocalan bibînin. Di sala 2003'an de bi giştî 17 caran hevdîtin hat kirin.
Di mehên Sibat û Mijdarê yên sala 2004'and e hevdîtin nehatin kirin û kêmbûna hejmara hevdîtinên mehane bal kişand. Di Çileyê de 2, di Adarê de 4, di Nîsan û Gulanê de her mehê 3 caran, di Hezîranê de carekê, di Tîrmeh û Tebaxê de her mehê 2 caran, di Îlon û Cotmehê de mehê carekê, di Kanûnê de jî 2 hevdîtin bi giştî 21 caran parêzer çûn Îmraliyê.
HEJMARA HEVDÎTINÊN SALA 2005'AN 10 E
Sala 2005'an weke saleke tecrîd lê hat şidandin balê dikişîne. Di Tîrmeh, Tebax, Îlon û Kanûnê de hevdîtin nehatin kirin. Hejmara giştî hevdîtinên vê salê 10 e.
Di Nîsana 2006'an de destûr ji parêzeran re nehat dayîn biçin giravê û tevahiya vê salê bi tenê 24 caran hevdîtin hat kirin.
Di Kanûna 2007'an de hevdîtin pêk nehat, di Çile û Sibatê de mehê 4 caran, di Adarê de 2, di Nîsanê de 1, di Gulanê de 4, di Hezîranê de 3, di Tîrmehê de 1, di Tebaxê de 3, di Îlonê de 4, di Cotmehê de 1, di Mijdarê de 2 hevdîtin hatin kirin. Bi giştî 29 caran di sala 2007'an de hevdîtin hatin kirin.
Parêzer di sala 2008'an de 37, di sala 2009'an de 50, di sala 2010'an de 43 caran çûn girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.
DEMA KRÎTÎK: 27'Ê TÎRMEHA 2011'AN
Ji aliyê hevdîtina parêzeran bi Ocalan re, sala 2011'an demeke krîtîk e.
Di meha Çileyê de 3, di Sibatê de 2, di Adarê 5, di Nîsanê de 3, di Gulan û Hezîranê de her mehê 4, di Tîrmehê de 3 caran hevdîtin hatin kirin. Parêzer ji 27'ê Tîrmehê û vir ve nikarin Ocalan bibînin.
Destpêka astengkirina hevîtinên bi Ocalan re, li havîna sala 2011'an rast tê, ku di vê demê de hevdîtinên di navbera PKK û dewletê yên li Osloyê de bi dawî bûn. Dema destpêkirina qedexeya hevdîtinan, her wiha li hilbijartinên 22'ê Tîrmeha 2011'an rast tê, ku hingî AKP bi hêzeke xurttir ji hilbijartinê derketibû.
409 SERLÊDAN HATIN REDKIRIN
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re bi sedan caran serlêdan kirin.
Di navbera 27'ê Tîrmehê û 31'ê Kanûna sala 2011'an de 43, di sala 2012'an de 104, di sala 2013'an de 102, di sala 2014'an de 104, di sala 2015'an de heta 15'ê Tîrmehê 56 serlêdan hatin kirin. Dewletê her carê bersiva "keştî xerabe ye", "rewşa nebaş a hewayê" da û serlêdan red kir. Car carna ji ber betlaneya fermî serlêdana ji bo hevdîtinê nehat qebûlkirin.
'GÛANTANAMOYA TIRKIYEYÊ'
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê mijarê de daxuyanî dan ANF'ê û Girtîgeha Îmraliyê weke "Gûantanamoya Tirkiyeyê" pênase kir. Parêzeran bibîr xistin ku hevdîtina parêzer/muwekîl bi qanûnan hatiye ewlekirin û gotin, "Lê belê ev maf bi awayekî kêfî tê astengkirin". Parêzeran dan xuyakirin ku ne tenê hevdîtina parêzeran, gelek mafên din ev 16 sal in li Girava Îmraliyê tê astengkirin.