Gel destûr neda civîna ÇED’ê, jendermeyan êrîş kir
Gelê li Yaylakoyê li hember RES’ê têdikoşe, destûr neda civîna ÇED’ê ya Şîrketa Enerjî Elektrîk a Lodosê. Jendermeyan û nûnerên fîrmayê êrîşî gel kirin.

Li Karabûrûn a girêdayî Yaylakoy piştî dadgehê li hember RES’en ku şîrketa Enerjî Elektrîkê ya Lodos tê çêkirin biryara rawestandinê da, hat xwestin ku bi tevlîbûna gel civînek bê lidarxistin. Di serî de niştecihên gund, Konseya Bajêr a Karabûrûn, rêxistinên hawirdorê, Tevgera Hawirdor û Ekolojiê li hember civîna şîrketê ya li Yaylakoy derketin. Girseya li ber Mizgefta Yaylakoy a wê civîn lê hatiba li darxistin kom bû dirûşmên, “Trîbunê bigire li baxçeyê xwe biçine”, “Lodos bicehime” gotin.
LI HEMBER PANKARTA BI MIZGEFTÊ HATIYE DALIQANDIN NERAZÎBÛN
Serokê Konseya Bajêr Îpar Bûgra got: “Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê ji ber ku fîrmaya Lodos pankarta “Ji RES’ê re erê” li pencereya mizgeftê daliqandibû, di navbera nûnerên fîrmayê û gundiyên di fîrmayê de dixebitin û kesên li hember RES’ê têdikoşin nîqaşa devkî destpê kir. Gundiyên ku xwestin pankart ji mizgeftê bê rakirin û li cihekî ne malê gelemperiyê bê daliqandin, rastî êrîşa jendermeyan hatin.