Dozgeriya Parîsê xwest bersûc Guney li dadgeha Cezayê Giran bê darizandin

Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de ku 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin, hat xwestin bersûcê komkujiyê li dadgeha cezayê giran re bê darizandin.

Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de ku 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin, hat xwestin bersûcê komkujiyê li dadgeha cezayê giran re bê darizandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî dosyayê, Dozgeriya Parîsê xwestiye, bersûcê komkujiyê Omer Guney li dadgeha cezayê giran bê darizandin.

Çavkanî ragihand ku dozgerên lêpirsînê dimeşînin bi guman in, ku servîsa îstîxbarata Tirk MÎT, kokujiya li Parîsê tehrîk kiriye yan jî tevlî karê amadekariya komkujiyê bûye.

Li gorî çavkaniya nêzî dosyayê, hatiye tespîtkirin ku "Omer Guney bi awayekî vekirî karê sîxuriyê kiriye", "Bi kesên li Tirkiyeyê re gelek caran hevdîtinên veşartî kiriye" û "endamekî MÎT'ê tevlî hewldana revandina ji girtîgehê ya hat pûçkirin, bûye."

Di rewşa heyî de hat xwestin ku bersûcê komkujiyê Omer Guney li dadgeha taybet a ceza ya li Parîsê bê darizandin.

Parêzerê mexdûran Antoîne Comte ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku daxwaza dozgeriyê 'analîzeke rast a endamên lêpirsîna edlî ye'. Comte anî ziman ku cihê xemgîniyê, ji bo tespîtkirina berpirsyaran gaveke din bi pêş ve nehatiye avêtin.

Di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, bi çekê hatin qetilkirin.

Hemû agahiyên heta niha der barê komkujiya Parîsê de derketine holê, Enqereyê nîşan didin.

Sê roj piştî salvegera yekemîn a komkujiyê, di qedeyeke deng a di 12'ê Çileya 2014'an de li înternetê hat weşandin de, kujer bi du kesên ji servîsa îstîxbarata Tirk re li ser plana cînayetê diaxivî.

Piştî du rojan di 14'ê Çileyê de vê carê belgeya ku ferman dida kujer ji bo Sakîne Cansiz qetil bike, hat weşandin.

Li binê vê belgeya fermanê îmzeya rayedarên MÎT'ê midûrê şaxê O. Yuret, Serokê Daîreyê U.K.Ayik û Alîkarê Serok S. Asal û Serok H. Ozcan hebûn.

Ev belgeya di 18'ê Mijdara 2012'an de hat amade kirin, nîşan dida ku ji bo êrîşeke gengaz 6 hezar Euro hatiye xerckirin.

Enqere, agahiyên di destê xwe yên li ser Omer Guney bi dozgerên Fransayê re parve nake. Parêzerên sê jinê şoreşger jî ji servîsên Frsansayê xwestin ku agahiyên di destê xwe de parve bikin.

Di Nîsana 2015'an de derket holê ku hikûmeta Fransayê biryara nepenîtiyê ya li ser agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê de bi qismî rake. Lê belê agahiyên biryara nepenîtiyê ji ser hat rakirin, bi tenê agahiyên ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn bû. Hemû agahiyên din hatin sansurkirin.

Piştî ku di ser komkujiyê re zêdeyî du sal derbas bûn di Gulana 2015'an de dozger Jeanne Duyé biryar da ku lêpirsînê bigire.