Polîsan êrîşî konê ji bo azadiya Ocalan hat vedan kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Maltepeyê DEM-GENÇ'ê kon veda. Lê belê polîsan êrîş kirin û 5 kes kirin binçavan.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Maltepeyê DEM-GENÇ'ê kon veda. Lê belê polîsan êrîş kirin û 5 kes kirin binçavan.
Meclîsa Herêma 1. a Stenbolê ya DEM-GENÇ'ê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Nûrettîn Sozen a li taxa Gulsûyû ya navçeya Stenbol Maltepeyê kon veda. Lê belê polîsan danê vê sibehê avêtin ser kon.
Di êrîşa polîsan a bi TOMA û bombeyên gazê de kon ji hev hat xistin. Polîsan her wiha fîşekên plastîk û rastî jî bikaranîn.
Piştî êrîşê polîsan Hediye Şahîn û 4 kesên navê wan nehat zanîn ên li binê kon kirin binçavan û ew birin Qereqola Gayrettepeyê.