Ustun a HDP’yî: Em ê destûr nedin talana xwezayê
Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun, têkildarî talana xwezayê ya van rojên dawî bi parlamenterên HDP’yî re daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Parlamentera HDP’ê Beyza Ustun di axaftina xwe de got: "Gel xwedî li jiyanê derdikeve. Erê ev têkoşîna Gezî ye. Ev berxwedana gelê li baxçeyên Hevsel xwedî derdikevin, ji bo Heskîfê li ber xwe didin, xwedî li Yeşîlirmakê derdikevin, li Çirali xwedî li plajan derdikevin e. Ev berxwedana cîranên me yên li ser dareke li ber apartmana xwe dilerizê ye. Vê carê jî navekî bi xeml û xêz li talanê kirin: Yeşil Yol. Ya dawiyê bê gotin, ez di serî de bêjim. Em ê rê nedin.
‘BENDAVA EWLEKARIYÊ YA LI FARQÎNÊ'
Ustun bal kişand ser bendavên ewlekariyê yên li Farqînê têne çêkirin jî û wiha dewam kir: "Ev ne tenê bi girtina avê re avakirina herêmeke bi ewle ye. Hûn nikarin aştiyê bi bendavan ava bikin.”
Ustun axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Kesên rûmeta ax û avê diparêzin wê van hilweşînan rawestînin.”