Ji Hevserokên HDP'ê peyama cejnê
Demîrtaş û Yuksekdag bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşandin û diyar kirin ku ew hêvîdar in cejn bibe wesîleya aştiyê.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşandin.
Di peyamê de hat gotin, "Cejn, rojên ku hestên aştî û dostaniyê lê herî zêde derdikevin pêş in. Di cejnê de kîn û dijminatî tên jibîrkirin, her kes destê xwe dirêjî hev dike. Girîng e ku ev cewhera aştiyane ya cejnê li hemû qadên jiyana civakî bi cih bibe û di nava wekheviyê de Jiyana Nû biafirîne."
'HEVIYA ME AŞTÎ Û ARAMÎ YE'
"Em bi wesîleya Cejna Remezanê dixwazin peyama xwe ya aştî û biratiyê bişînin ji hemû cîhanê, bi taybetî jî Alema Îslamê re. Hêviya me ew e ku şer û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, li Sûriye û Iraqê dewam dikin tavilê bi dawî bibin, ev êş biqede, li Rojhilata Navîn a ku bexçeyê gel û bawqeriyan e rewş û xemla aştî, demokrasî û aramiyê şîn bibe. Daxwaza me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li Tirkiyeyê rê li ber aştî, çareserî, aramî û biratiyê veke. Girîng e em têkoşîna xwe ya demokrasî, edalet û aştiyê ji her demê bêhtir mezin û xurt bikin. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Remezanê li gelên xwe û gelên Rojhilata Navîn ji dil û can pîroz dikin."