Şervana YPJ'ê Dînç ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) di şerî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Wêranşerê hat definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) di şerî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Wêranşerê hat definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) di şerî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Wêranşerê hat definkirin. Dayika wê Sultan Dînç ev tişt anî ziman: "Ji ber ku li hemberî çeteyan û Erdogan li ber xwe da ez bi keça xwe serbilind im."
Şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) roja 3'ê tîrmehê di şerê bajaroka Silukê ya Girê Spî ya bi çeteyên DAIŞ'ê de derketibû de jiyana xwe ji dest da li Wêranşera Rihayê hat definkirin. Malbata Dînç piştî cenazeyê keça xwe wergirt ji bo definkirinê anî Wêranşarê. Li ser rêya ku cenaze têde derbas bû ji hêla welatiyan ve bi nîşaneya serkeftinê û bi berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Dînç di têketina Wêranşarê de ji hêla sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran welatî cenazeyê Dînç li ser milê kirin û bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG, YPG û YPJ'ê ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî weîbeyên olî cenazeyê Dînç li goristanê hat definkirin.
'EW LI HEMBERÎ ÇETEYAN Û ERDOGAN TÊDIKOŞIN'
Welatiyan ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Sevda Çelîk Ôzbîngol axivî û diyar kir ku bi dayîna berdêlan ev têkoşîn watedar dibe û got ku ew ê xwedî li têkoşîna van cangoriyan derkevin. Bavê wê Davut Dînç jî ji bo keça xwe ev tişt anî ziman: "Keça min şehîda Kurdistanê ye. Ji ber hûn xwedî li şehîda xwe derketin her hebin. Dê tu car ev têkoşîn têk neçe."Dayika wê Sultan Dînç jî anî ziman ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axivî: "Ji ber ku li hemberî çeteyan û Erdogan li ber xwe da ez bi keça xwe serbilind im. Em welatê xwe ji wan re nahêlin. Şehîd namirin."
Piştî merasîma cenazeyê welatî ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê ya ku li taxa Şirnexê hatiye vedan.