Li Platînovsky tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarokê Platînovsky ê Krasnadarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarokê Platînovsky ê Krasnadarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Komîteya Gel a bajarokê Platînovsky ê ser bi bajarê bajarê Krasnadar ê Federasyona Rûsyayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr bîne daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevkê komîteyê Tahir Newroz daxuyanî da û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan xizmetê ji aştiyê re nake. Newroz got: "Serokatiya me bi îradeya xwe ya mezin û bi tekoşîna xwe bi bawer gelê Kurd ê ku di nav rûpelên dîrokê de hatibû windakirin ji nû ve afirand. Neyarên gelê Kurd ti carî xwe li serketina Rêbertiya ranegirtin û ji bo serketinên wî têk bibin serî li rê û rêbazên gelekî qirêj didin. Tecrîda li ser Rêbertî bê wate ye û xizmetê ji aştiyê re nake."

Di dewama daxuyaniya xwe de Newroz berxwedêrên 14’ê Tîrmehê jî bibîr anîn û got: "Cangoriyên berxwedana 14’ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de sembola berxwedanê ne. Ew îradaye ku di zindana Amedê de bû pola îro li tevahî Kurdistanê di nav berxwedanek mezin deye. Dewleta Tirk yekem car li pêşberî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li bin ket niha jî wê li hember Serokatiya me binbikeve. Îradeya 14’ê Tîrmehê hişt ku gelê Kurd fêrî berxwedan û tekoşînê bibe."

...