Hevberdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtina HDP û AKP'ê ya nêzî 2 seatan berdewam kir daxuyanî dan û diyar kir ku hevdîtin erenî derbas bû. Onder diyar kir ku di serî de pêvajoya çareseriyê û pirsgirêkên heremê axivîn û ti lêgerînên hikûmetê bêyî pêvajoya çareserî û aştiyê nayên meşandin. Onder anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Serokomar ve hat xilaskirin. Onder da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: "Rawestandina hevdîtinan tê wateya şansê ji aştiyê re hatî dayîn di bin piyan de hat tepisandin."
Piştî hevdîtina HDP û AKP'ê ya koalîsyonê endamên Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Îdîrs Baluken civîna çapemeniyê li dar xistin. Onder têkildarî hevdîtina bi heyeta AKP'ê re kirin agahî dan û got ji bo wan ziyareta AKP'ê "hevdîtinekî zelal, şefaf û bi fêde derbas bû" û spasî li heyeta AKP'ê kir. Onder anî ziman ku pirsgirêkên heremê û yên navxweyî bi awayekî berfirehî nîqaş kirin û derfetên agahdariyê peydakirin û wiha got: "Em fikarên, guman û nêrînên partiya xwe jê re gotin. Birêz Serokwezîr jî encamên ji 7'ê hezîranê derxistin û riya bişopînin û rêbazên pêk bînin bi me re parve kirin. Pirsigrêka koalîsyonê cûda nîqaşkirin. Em 3 rêgezên partiya xwe yên edalet, aştî û demokrasiyê jê re gotin."
MUTABAKATA 'BILA HEVDÎTIN BIDOMIN'
Onder balkişand ser koalîsyona AKP û CHP'ê û heke koalîsyonek li ser 3 rêgezên aşkerakirin pêk bê dê helwestekî tevkariyê bidinê û li gorî wê tevgirein. Onder da zanîn ku di vê mijarê de nêrînên Davutoglu jî nîqaş kirin. Onder bilêv kir ku di mijara hevdîtin bidomin mutabakat pêk anîn û hevdîtin erenî derbasbû.
‘DIVÊ MIJARA BINGEHÎN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BE’
Onder bersiv da pirsa ‘Ji aliyê pêvajoyê de ev hevdîtin sûdê da’ û wiha got: “Hikûmeta heyî deng winda kir. Divê hûkmeta ku nû bê avakirin jî mijara wê ya bingehîn pêvajoya çareseriyê be. Ji ber ku mijara îstihdam, pirsgirêkên derdorê, jin û aborî bi vê pêvajoyê ve girêdayîn e. Pirsgirêk aştiyê mijarek serekeye. Ti hevdîtinên hikûmetê ji mijara çareseriyê cûda nayê destgirtin.”
‘JI BO KU EM HEMA WISA BIÇIN ÎMRALIYÊ TI DAXWAZIYA ME NÎN E’
Onder anî ziman ku daxwaza çûyîn Îmraliyê her tim li ser masê ye û wiha dom kir: “Ev daxwaz wiha nîn e. Çi dibe bila bibe em naxwazin biçin Îmraliyê. Ji her aliyê ve diyar e ku tecrîda li wê derê bihiqûqiye. Ocalan hatiye asta ku pêngavên aştiyê û demokrasiyê pêş dixin. Daxwaziyek me ya ku em ji rêze pê re hevdîtinek pêk bînin nîne. Ev yek di dewletê de her tim esas e. Asta ku me lê hîştibû ew ku heyeta şopandinê bê avakirin, bikeve qeydê û bi herêmê û bi cîhanê re bê parvekirin. Divê êdî dest ji van bêîtibarkirinê berdin û li cihê ku maye berdewam bikin. Êdî ev mijar hem cîranê me û hem jî me eleqedar dike.”
Onder li ser birsa ‘Daxuyaniya KCK’ê hat rojevê’ re jî ev yek got: “Pratîka HDP’ê û encama ku ji hilbijartinê girtiye bersiv daye van hemû encaman. Çek û demokrasî bi hev re nabe. HDP vê yekê qebûl nake. Lê ev bi pêşketina demokrasiyê ve girêdayiye. Çiqas demkrasî pêş bikeve dê çek jî têk biçin.”
‘GER TEKLÎFA KOALÎSYONÊ BÊ EM Ê BINIRXÎNIN’
Der barê pirsa ku HDP koalîsyona CHP-AKP desnîşan kiriye lê çima nabe hevpar jî bersivand û wiha got: “Ji ber ku piranî CHP-AKP ne, dê pirsgirêk jî baştir bê çareserkirin pêşniyar kiribûn. Ger ku daxwaz bê em ê ev yek binirxînin.” Onder li ser pirsa din jîg ot heyeta dewletê bi Îmraliyê re hevtîdin pêk tîne da.
'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ SEROKKOMAR XELAS KIR'
Onder bertek nîşanî gotinên Mahîr Unal ên li hemberî HDP'ê gotin da û da zanîn ku pêvajoya çareseriyê Serokomar xilas kir û HDP'ê li ser vê yêkê got, "Em te nakin serok" û wiha got: "Heke ti van bêjî, bi rayeyên berfireh saz bike, dê çi çêbibin derketin holê. Me keda rayedarên dewlet û hikûmetê jî parastin. Nêzîkahiyên mase tineye, ev wêne rastî nîn e, ev heyet li ku derket ji cîdiyeta pêvajoya dur bû û nêzîkahiya kedê birizîne bû. Em keda xwe û keda wan parast û em xwedî lê derketin. Em got em te nakin serok em ev yek nîşan da."
Onder têkildarî pirsa dê pêvajo zînde bibe jî wiha da: "Mecbûre çêbibe û ti tiştê li pêşiya wê asteng tineye. Rawestandina hevdîtina tê wateya şansê aştiyê di bin piyan de tepisandin e." Onder bilêv kir ku divê pêvajoya çareseriyê bi mutabakatekî berfireh bidest bê girtin.