Parlamenterên HDP'ê ji bo 'Komkujiya Zîlan’ lêkolîn xwestin

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Tûgba Hezer û Remzî Ozgokçe, têkildarî Komkujiya Zîlan li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û têkildarî komkujiyê lêkolîna Meclîsê xwestin.

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Tûgba Hezer û Remzî Ozgokçe, têkildarî Komkujiya Zîlan li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û têkildarî komkujiyê lêkolîna Meclîsê xwestin.

Di daxuyaniya li ser navê parlamenteran wiha hat gotin, "Bi mebesta salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan a wek ‘Serhildana Agirî’ derbasî dîroka fermî bûye û di sala 1930’û de rû da em vê daxuyaniyê didin. Piştî damezrandina komarê ku hebûn, ziman û nirxên çandî yên gelê Kurd tine hatin hesibandin û rastî asîmîlasyonê hatin; bû sedem ku serhildan pêk bên. Yek ji van serhildana jî ‘Serhildana Agirî “ ye.

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Di sala 1925’an de piştî serhildana Şêx Seîd li hember Qanûna Takrîr-î Sukûn û Plana Şerq Islahat ê wek nerazîbûn bertekekê serhildan ji sala 1926’an heta sala 1930’î dewam kir. Di serhildana ku Cemiyeta Hoybûn pêşengiya wê kir, li gel Kurdan, komên etnîk û baweriyên li hember feraseta redkar, înkarker û tekperest a Komarê derketin jî tevlî serhildanê bûne. Komara Tirkiyeyê bi hevkariya li gel Îran û Yekîtiya Sovyetan serhildan pelçiqandiye. Hatiye nivîsandin ku li ser navê pelçiqandina serhildanê li sînorê Tirkiye-Îran danûstendina axê hatiye kirin. Tê diyarkirin ku di dema pelçiqandina serhildanê de hêzên hewayî bi awayekî bandor hatine bikaranîn û nêzî 80 balafir di hereketê de cih girtine.

Serhildan sala 1930’î hatiye pelçiqandin. Li gor agahiyên rojnameyên demê jî li herêma Geliyê Zîlan a li navçeya Erdîş a Wanê komkujiyeke mezin rû daye. Di belgeyên dîrokî de tê diyarkirin ku nêzî 220 gund hatine şewitandin, 15 hezar kes bi îdîaya alîkarî dane serhildêran (bê ku ferqê bixin nav jin, extiyar, zarokan) hatine kuştin. Tê gotin ku Geliyê Zîlan bi rojan sor herikiye, beşek ji kesên sax mane reviyane Ermenîstan û Îranê, beşek zêde jî sirgûnê bajarên rojava hatine kirin.

CIWAN BI DERZIYÊN JEHRÎ HATIN QETILKIRIN

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser vegotinên şahidên serhildanê û hat gotin ku ciwanên Zîlanê yên bi hinceta beşdarî serhildanê bûne, li girtîgeha Edenê hatine girtin û li vir bi sedan ciwan bi derziyên jehrî hatine qetilkirin. Her wiha hat destnîşan kirin ku belge û agahiyên girîng ên têkildarî, eşîrên ku hatine tespîtkirin beşdarî serhildanê bûne, dest danîne ser xaka wan û dewrî xezîneyê hatine kirin, hene û wiha hate berdewamkirin: “Di sala 1947’an de ji bo yên ji sirgûnê vegerin cihên xwe yên berê destûr hat dayîn û bi vê re beşek welatiyên li rojava vegeriyan cihê xwe. Ji bo ereziyên xwe bigirin serlêdan kirine û lê bersivek erênî negirtine. Divê tazmînata kesên xwedî maf bê dayîn. Doza têkildarî vê de li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê berdewam dike.

Geliyê Zîlanê piştî komkujiyê wek herêma qedexe ya leşkerî hat îlankirin û piştî demekê beşek wek Çewlika Hilberîna Dewletê hatiye avakirin û piştî jî ji aliyê Kenan Evren ve Kirgizên ji Afganîstanê hatine, hatine bicihkirin.  Niha beşek Geliyê Zîlan gundê Kirgizan lê ne. Dewlet nîna destûrê nade ketina sivîlan a Geliyê Zîlanê.”

DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin kesên di Komkujiya Zîlanê de xizmên xwe winda kirine, ji pêvajoya aştiyê bi hêvî ne û hat gotin ku derxistina berpirsên komkujiyê û yên hatine qetilkirin, li gorî wecîbeyên olî bê definkirin, gelek girîng e û peywireke exlaqî ye. Her wiha hat diyarkirin ku divê dewlet lêborînê bixwaze û ji bo rûhevhatinê jî Lêkolîna Meclîsê bê vekirin.