Li Heleb û Lazqiyê pevçûn didomin
Li Helebê di navbera aliyên desthilatdariyê de ev nêzî mehekê ye şer û pevçûn didomin
Li Helebê di navbera aliyên desthilatdariyê de ev nêzî mehekê ye şer û pevçûn didomin
Li Helebê di navbera aliyên desthilatdariyê de ev nêzî mehekê ye şer û pevçûn didomin.
Li bajarê Helebê di navbera hêzên rejîmê li gel alîgirên wê û çekdarên opozîsyonê li gel komên îslamî yên radîkal ev nêzî mehekê ye şer û pevçûn bê navber didomin. Herî dawî di navbera Odeya Çalakiyan a “Fetih Heleb” û hêzên rêjîmê de li derdora taxa Xalidiyê û devera çerxeriyên Şîhan û Lêremûn ên bakurê bajêr şer û pevçûn bi çekên giran rû dan.
Li aliyekî din hêzên rejîmê taxa Benî Zêd a bi ser taxa Eşrefiyê ve ye bi topan bombebaran kir. Her wiha bajaroka Biyanûn a bakurê bajarê Helebê topbaran kir. Di encama van topbaranan de gelek kes birîndar bûn.
Balafirên şer ên rêjîma Baasê jî li dijî bajaroka Selma û çiyayê Ziwîk ên li çiyayê Kurdan (Cebel El-Ekrad) ya bakurê bajarê Laziqiyê êrîş pêk anîn. Di derbarê encamên van êrîşan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Her wiha gelek komên Îslamî yên radîkal li herêma Eyn El-Cozê ya bakurê bajarê Laziqiyê ku di bin kontrola hêzên rêjîmê de ye, hedefgirtin. Li gorî agahiyan di van êrîşan de gelek leşkerên rejîm û alîgirên wê hatine kuştin.