HDP’ê gotinên nîjadperestî û bi nefret yên li hember Ermeniyan bir Meclîsê

HDP’ê, gotinên bi nefret û nîjadperestî yên Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel ên der barê civaka Ermeniyan de bir Meclîsê.

HDP’ê, gotinên bi nefret û nîjadperestî yên Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel ên der barê civaka Ermeniyan de bir Meclîsê. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan der barê gotinên nîjadperestî yên Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel ên li hember civaka Ermeniyan de pêşniyarpirsek da Wezîrê Edaletê Kenan Îpek. Di pêşniyarpirsa ku parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan ji bo Wezîrê Edaletê Kenan Îpek bersiv bide wiha tê gotin “21’ê Hezîranê  ji aliyê hunermendê Ermenî Tîgran Hamasyan ve konserek hatibû dayîn, piştî konserê Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel daxuyaniyek daye û daxuyaniya wî dikeve çarçoveya sûcên nefretê û civakê ji hev cuda dike.” Paylan da zanîn ku daxuyaniyên tehdîdkar ên kesê navê wî derbas dibe di raya giştî de rastî nerazîbûnek mezin hatiye.

Paylan ev pirs ji Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir:

“Der barê daxuyaniya Serokê Ocaxên Ulkuciyan yên Qersê Tolga Adiguzel ên piştî konserê ku beşek civakê parçe dike, ji hev qut dike û weke hedef nîşan dike, lêpirsînek di bin banê Wezareta we de hatiye destpêkirin heye yan na?

Eger lêpirsînek tê kirin asta lêkolînên edlî û îdarî ya mijarê di çi astê de ye?

Eger der barê mijarê de lêpirsîn nayê kirin sedema wê çi ye? 

Di çarçoveya vê daxuyaniya tehdîtkar de, ji bo gelên Tirkiyeyê yêndi bin berpirsyariya we de, ji bo edalet û hiqûq bi awayekî adil û wekhev bê parvekirin, li hember hewldan û çalakiyên cudakirinên nîjadperestî xebateke weareta we heye?