Li Bûrsayê tecrîd hat şermezarkirin
Tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Edliyeya Bûrsayê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bûrsa û Meclîsa HDK’ê ya Bûrsa Tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Edliyeya Bûrsayê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.
Hevseroka HDP’a Bûrsayê Kezban Dûmlû di axaftina xwe ya çalakiyê de got ku tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya îxlala peyman û qanûnên neteweyî û navneteweyî.
Dûmlû banga “Tecrîd û îşkenceya li ser Ocalan tavilê rakin” li dewlet û hikûmetê kir û wiha dewam kir: "Em êdî tenê rakirina tecrîdê, hevdîtina bi heyet, parêzet û malbatê re nxwazin. Em êdî dixwazin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Dûmlû diyar kir ku bi daxwaza ji Ocalan re azadî wê 19’ê Tîrmehê roja Yekşemê saet 19.00’an li Qada Bajêr meşekê li dar bixin û banga tevlîbûnê kir.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.