HDP’ê xwest bûyera li Erdexanê bê lêkolînkirin

Parlamenterên HDP'ê, bûyera li Golan anîn rojeva Meclîsê. Di pêşnûmeya lêkolînê de hat diyarkirin ku di rojên bûyer pêk hatin li herêmê gelek leşker hatine komkirin.

Parlamenterên HDP'ê, bûyera li  Golan anîn rojeva Meclîsê. Di pêşnûmeya lêkolînê de hat diyarkirin ku di rojên bûyer pêk hatin li herêmê gelek leşker hatine komkirin.

Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Taşkin Aktaş, Sezaî Temellî, Gulser Yildirim, Garo Paylan, Ayhan Bîlgen, Huda Kaya, Altan Tan, Şafak Ozanli, Kiznaz Turkelî, Mehmet Emîn Adiyaman, Dirayet Taşdemîr, Mehmet Emîn Îlhan, Seher Akçinar Bayar, Tuba Hezer Ozturk, Lezgîn Botan, Çaglar Demîrel, Saadet Becerîklî, Mahmut Togrul û Asiye Kolçak der barê êrîşa leşkeran a li navçeya Gole ya Erdexanê pêşnûme lêkolîn dan. 

‘DAXUYANIYA WALÎTIYÊ BI NAKOK E’

Di pêşnûmeya lêkolînê de hat diyarkirin ku daxuyaniya ji aliyê Walîtiyê ve hatiye kirin bi nakok e û wiha hat gotin, “Îdîayên bi nakok û ji derveyî rastiyê ne, lewre di hevdîtinên li cem gelê Golanê hatine kirin, li herêmê ti pirsgirêkên avê rû nedane, ev demeke wesayîtên şaredariyê ne ji bo avê bibin herêma darîstanî, ji bo birîna daran tînin herêmê û darên ku hatine birîn bi wesayîtên şaredariyê hatine hilgirtin. Her wiha agahiya di dema bûyer pêk hatiye li cihê bûyerê û derdora wê sewqiyata leşkerî hatiye kirin jî di nava agahiyan de ne.”

‘LÊKOLÎNA MECLÎSÊ HAT XWESTIN’

Her wiha hat gotin ku mijara polîsên sivîl ên di bûyerê de navê wan derbas dibe, bêyî li nasnameya mexdûran binêrin navê wan dizanîn jî pêwîstî bi ravekirinê heye.