HDP'ê heqareta doktor a li Elewiyan xist rojeva Meclîsê

Heqareta doktorê li Fakulteya Tipê ya Çapa, ku li Elewiyan kir, ket rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû, li heqaretên Prof. Dr. Mehmet Şeref Demîrel ê li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa wezîfedar e, ku li bawermendê Elewî kiribû, xist rojeva Meclîsê.

Kenanoglû di pêşniyar pirsa xwe ya ji bo Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû de diyar kir ku Îbrahîm Kartal ê li navçeya Tekîrdag Çorlûyê, di 08.07.2015'an de ji aliyê Prof. Dr. Mehmet Şeref Demîrel ve hatiye mûayenekirin û got, "Prof. Dr. Mehmet Şeref Demîrel di dema mûayeneya nexweş Îbrahîm Kartal de gotiye Elewî li Malên Cem cimbişê dikin, reqaseyê didin lîstin û Elewî 'terorîst' in. Ev jî têrê nekiriye rabûye gotiye Berkîn Elvan terorîst e, her kesên tevlî çalakiya Gezî bûne terorîst in. Nexweş Îbrahîm Kartal nerazîbûn nîşanî van hemûyan daye û ji doktor xwestiye jê re derman binivîsîne. Lê doktor jê re gotiye 'dermanê çi, ji te re derman nîne, biçe dosya Berkîn Elvan bixwîne piştre were' û nexweş ji odeya xwe qewirandiye."

'JI BO PÊŞÎGIRTINA LI SÛCÊ NEFRETÊ XEBATEKE HÛN DIMEŞÎNIN HEYE?'

Kenanoglû yê HDP'yî ji Wezîr Muezzînoglû xwest bersiva van pirsan bide:

"Rewş û pêkanîneke ji rêzê ye ku doktor li baweriya nexweşxan dipirsin?

Di çarçoveya pîvanên exlaqî yên bingehîn de Wezareta we vê lêpirsîna doktoran li baweriya nexweşan çawa dinirxîne?

Ji ber pirsgirêka bi serê Îbrahîm Kartal ve hat, ti lêpirsîneke we daye destpêkirin heye?

Li hemberî heqaretên Demîrel ku di asta sûcê nefretê de li nexweş Îbrahîm Kartal kir, li gorî mewzûatê çi cezayê xwe heye?

Nenivîsandina derman ji bo nexweş Îbrahîm Kartal ji ber baweriya wî, cihê xwe di mewzûatê de heye?

Ji bo parastina mafên nexweşan û pêşîgirtina li sûcên nefretê, xebateke hûn dimeşînin heye?"