Şervanê YPG’ê Koyuncu yê li Enqere tedawî dibû jiyana xwe ji dest da

Şervanê YPG’ê Ferhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li Serêkaniyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Ozel Koru ya Enqereyê ku ev 3 meh in tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG’ê Ferhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li Serêkaniyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Ozel Koru ya Enqereyê ku ev 3 meh in tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG’ê YPG’ê Ferhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê 22 salî li Serêkaniyê gundê Menacîr di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de berî niha bi 3 meh û nîvan birîndar bibû, destpêkê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê û ji wir jî li li Nexweşxaneya Ozel Koru ya Enqereyê ku ev 3 meh in tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Koyûncû îro saetên êvarî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Koyûncû sibe bibin navçeya Wêranşar a Riha û li wir bê defnkirin.