'Komkujî li dijî mirovahiyê hatiye kirin; AKP û DAIŞ berpirsyar in’

Nerazîbûnên li dijî komkujiya ciwanên sosyalîst a li Pirûsê didomin. Gelek saziyan daxuyaniyanî dan û diyar kirin ku di komkujiyê de rola dewleta Tirk heye. Saziyan peyama 'şoreşa Rojava wê neyê têkbirin' dan.

Nerazîbûnên li dijî komkujiya ciwanên sosyalîst a li Pirûsê didomin. Gelek saziyan daxuyaniyanî dan û diyar kirin ku di komkujiyê de rola dewleta Tirk heye. Saziyan peyama 'şoreşa Rojava wê neyê têkbirin' dan.

ATÎK-YDG: ŞOREŞGER WÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

ATÎK-YDG’ê wiha got: "Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan diyar kir ku wê destûrê nedin li sînorê Tirkiyeyê dewletek bê avakirin. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojava darbeyek çawa giran li faşîzmê xistiye. Zîhniyeta ku bi TIR, bombeyan çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike, îro jî ciwanên şoreşger yên amûr dibirin Kobanê kuştin."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şoreşger li her derê çi dibe bila be wê şer bikin. 

KKKE: KOMKUJÎ LI DIJ HEMÛ MIROVAHIYÊ YE

Komeleya Karsazên Kurd ya Ewropayê (KKKE) diyar kir ku êrîşa li dijî SGDF’iyan li dijî mirovahiyê pêk hatiye û got: “Em wek Karsazên Kurd yên Ewropayê bang li AKP’ê û dewleta Tirk dikin ku ev komkujiyên ku zirar û êşê didin gelê Tirkiyeyê bila demildest ronî bibin.  Em wek duh îro jî li cem gelê xwe ne û vê êrîşê careke din lanet dikin.”

PGDM: BERPIRSÊ KOMKUJIYÊ AKP YE

Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) jî wiha got: “Rewşa êrîşkar a Erdogan û AKP’ê ya pitşî hilbijartinan û roja cejnê HDP sûcdarkirin, gotinên Bulent Arinç yên li Trabzonê hinek tişt îfade dikirin. Zîhniyeta ku tecrîdê li ser Ocalan pêk tîne û destekê dide DAIŞ’ê, ji komujiya Pirsûsê berpirse. Her wiha Erdogan û AKP dixwaze têkiliya şoreşger ya di navbera Kurdistanê de pêk tê qût bike. Bi vê komkujiya alçax ya tê armanckirin, hedef eve ku HDP’ê bifetisîne.”

 ABDEM: BERPIRS DEWLETA TIRK E

ABDEM’ê jî wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê bi desteka Tirkiye û hêzên emperyalîst  bi sedan  komkujiyên hov pêk anîn. Dewleta Tirk sînorên xwe heta dawiyê ji DAIŞ’ê re vekir û destek dayê.  Êrîşên xwe yên li dijî hêzên li hember DAIŞ’ê kêm nekirin. Dewleta Tirk niha jî hewl dide avakirina Kobanê asteng bike. Ev êrîş li dijî biratî û azadiyê pêk hatiye.  berpirsê vê êrîşê dewleta Tirke. 

CÎK: LANET LÊ BÊ!

Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî ciwanên bi wijdan ku xwestin li dijî gelê Kurd peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin komujiyek pêk hatiye û got: “Yên li ser navê xweda canê mirovan digirin, bila lanet lê bê.  Yên li ser navê xweda dikujin, bi xweda û îslamê bawer nakin.”

KOVARA KED Û AZADÎ YA ENÎ\BARÎKATÊ: EM BERXWEDANÊ BILIND BIKIN

Komara Ked û Azadî ya Enî\Barîkatê jî got: “Desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyê DAIŞ’ê aşkera ye. Tevî ku aşkera bû êrîşa mîtînga HDP’ê ya li Amedê DAIŞ’ê kiriye jî tenê kesek hat binçavkirin.  Çeteyê DAIŞ’ê hatiye xelatkirin.  Piştî vê jî ev komkujî pêk hatiye. Em hesab bipirsin û berxwedana xwe bilind bikin.”