Li Meydana Galatasarayê komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ya li dijî ciwanên sosyalîst, li Meydana Galatasarayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ya li dijî ciwanên sosyalîst, li Meydana Galatasarayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Komkujiya li hemberî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê hat krin, di nav civakê de bû sedema înfialê. Partiyên siyasî, sazî, sendîka û gelek dezgehên din bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin û li gelek navendan ji bo êrîşê şermezar bikin bang hatin kirin.

Ji van navendan yek jî Stenbol e. Gelek kesên piştî êrîşê li Meydana Galatasarayê hatin cem hev nerazîbûnên xwe anîn ziman û dest bi çalakiya rûnştinê kirin.

Di çalakiya rûniştinê de dirûşmeyên "Kujer DAIŞ hevkar AKP" û "Me berdêl da em ê berdêl bigirin" hatin berzkirin.

Girseyê li qadê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û gelek kesên din ên piştgiriyê bidin çalakiyê dest bi kombûnê kirin.