Tecrîd li Zurîchê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zurîchê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zurîchê bi mîtîngekê hat protestokirin. Li ser navê DEM-KURD'ê Fûat Komur di axaftina xwe ya li mîtîngê de nerazîbûneke tund nîşanî tecrîa li ser Ocalan da û got, "Bila dost û dijmin baş zanibin ku heta Ocalan azad nebe, ti kes nikare behsa çareseriyê bike."

Bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên li Swîsreyê (DEM-KURD) gelek kes li bajarê Swîsre Zurîchê civiyan û bi mîtîngekê re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Mîtîng li meydana Helvetîaplatzê pêk hat û rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî destek dan.

Gelek kesên li dû pankartên bi nivîsa "Ji tecrîdê re na ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" û "Şoreşa Rojava Şoreşa Kurdistanê ye" hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmeyan re tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

'TECRÎD DI ŞEXSÊ OCALAN DE LI HEMBERÎ GELÊ KURD TÊ KIRIN'

Li ser navê DEM-KURD'ê Fûat Komur li mîtîngê peyivî û diyar kir ku hikûmeta AKP ji ber têkçûna xwe ya li hemberî tevgera Kurd tecrîdê li ser Ocalan dimeşîne û destnîşan kir ku gelê Kurd jiyanek bê Ocalan ti carî qebûl nake. Komur bibîr xist ku Ocalan li zîndana Îmraliyê ji bo çareseriyeke demokratîk li ber xwe dide û got, "Tecrîda li ser Rêberekî di çareseriyeke aştiyane û demokratîk de israr dike, tecrîda li ser tevahiya gelê Kurd e."

'DIVÊ HIKÛMETA AKP'Ê DEST JI POLÎTÎKAYA XWE YA TECRÎDÊ BERDE'

Komur bal kişand ser destketiyên li Rojava bi felsefeya Ocalan bi dest hatine xistin û anî ziman ku hikûmeta AKP ji ber nikare xwe li pêşketinên li Rojava û serketina HDP'ê rabigire serî li tecrîdê daye. Komur da xuyakirin ku gelê kurd wê ti carî li pêşberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemîne û destnîşan kir ku girîng e hikûmeta AKP'ê tavilê dest ji vê polîtîkayê berde.

'HETA OCALAN AZAD NEBE KESEK NIKARE BEHSA ÇARESERIYÊ BIKE'

Komur bibîr xist ku divê baş were zanîn Ocalan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê û got, "Bila dost û dijmin her kes zanibe ku heta Ocalan azad nebe ti kes nikare behsa çareseriyeke giştî bike."

Komur diyar kir ku heta Ocalan azad bibe ew ê her li qadan bin û da zanîn ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan ji bo azadiya Ocalan têbikoş in.

Piştî axaftina Komur li ser navê MLKP û ÎTÎF'ê axaftin hatin kirin û tecrîda li ser Ocalan bi tundî hat şermezarkirin. Nûneran xwestin Ocalan azad bibe. Axaftinên li mîtîngê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

JINAN ÇALAKÎ LIDAR XISTIN

Li aliyê din, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a li Zurîchê çalakiyek lidar xist. Endamên Meclîsa Jinê, li kolanên herî qelebalix ên bajêr, der barê tecrîda li ser Ocalan de belavok belav kriin. Jinan di belavokên xwe de wateya Ocalan ji bo jinên Kurd û tevahiya jinên cîhanê vegotin û banga hişyariyê kirin. Jinan diyar kirin ku heta Ocalan azad be ew ê li qadan bin û destnîşan kirin ku ew ê çalakiyên xwe xurttir bikin.

...