Daxuyaniyên hikûmetê yên dijberiya çareseriyê dewam dikin

Alîkarê Serokwezîr Akdogan got, "Dolmabahçe di rojeva me de nîne. Di hevdîtina me ya bi HDP'ê re ev mijar nehat rojevê" û diyar kir ku ew ê giraniyê bidin ser polîtîkayên ewlekariyê.

Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di daxuyaniya li ser hevdîtina bi HDP'ê re diyar kir ku Deklarasyona Dolmabahçeyê di rojeva wan de nîne.

Akdogan got, "Dolmabahçe di rojeva me de nîne. Di hevdîtina me ya bi HDP'ê re ev mijar nehat rojevê" anî ziman ku li ser rêveçûna pêajoyê wê hikûmeta nû ya ava bibe, biryarê bide. Akdogan da xuyakirin ku li şûna gavên demokratîk wê giraniyê bidin polîtîkayên ewlekariyê û got, "Niha pêwîstiya mirovên herêmê der barê ewlekariyê de zêde bûn. Divê em li hemberî astengiyên li pêşiya maf û azadî û gefê li ewlekariya gelê me dixwin, têbikoşin. Şertê dewletbûyînê ev e."