ÎHD: Divê Ocalan û girtiyên siyasî azad bin
ÎHD’ê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.
ÎHD’ê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.
ÎHD’ê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û got înfazên dewlet jê berpirse didome û da xuyakirin ku di pevçûnên çekdarî yên di navbera 1993 û 2014’an de pêk hatine de 23 hezar û 756 kesî jiyana xwe ji dest daye. ÎHD’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî xwest.
ÎHD’ê bi wesîleya 29. Salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komele di 17’ê Tîrmeha 1986’an de ji aliyê 98 parêzvanên mafê mirovan ve di şert û mercên piştî darbeyê de hatiye avakirinê û got: “Yekane armanc ev bû ku di mijara mafê mirov û azadiyan de xebatan bimeşînin. Li Tirkiyeyê pêşketina azadiya lêgerîna maf bi saya rola ÎHD’ê pêş ketiye. Divê em bi sedan endam û rêveberên xwe di şexsê Ridvan Kizgin de bibîr bînin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ÎHD’ê bi dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de bûn û îşkenceya li dijî wan xebat meşandiye. Di şexsê dayikên berxwedêr de em damezrînera xwe Xaltîka Leman (Firtina) ku di 2’ê Nîsana 2015’an de jiyana xwe ji dest daye bibîr tînin. Em sekna Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê careke din silav dikin.”
ME DESTÛRA BINGEHÎN YA HEYÎ NEKARE BÊ BERDEWAMKIRIN
Hat destnîşankirin ku bi Destûreke Bingehîn a netewe dewletê pîroz dibîne, ne mimkune Tirkiye di rêya xwe de bimeşe û tevî ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de soza Destûreke Bingehîn a nû hatiye dayîn jî hîna hikûmet nehatiye avakirin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Kurd ketiye qonaxeke nû. Di 23’ê Adara 1993’an de ji aliyê PKK’ê ve agirbest hat îlankirin û ji wê demê heta niha cara 8. agirbest hat îlankirin û ya herî dawî a 21’ê Adara 2013’an bûye mîlad. Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 2013, 2014,2015’an de di Newrozên Amedê de bangên dîrokî kir û di mijara çareseriya pisgirêka Kurd de ketiye qonaxeke girîng. Di 28’ê Sibata 2018’an de li Qesra Dolmabahçeyê rayedarên dewletê û heyeta Îmaliyê li ofîsa serokatiyê hatin cem hev û metna Deklarasyonê xwendin. Lê li şûna ku esasên di deklerasyonê de bikevin jiyanê, pêvajo ji aliyê serokomar ve hat sekinandin. Tevî vê bêpevçûnê berdewam kiriye.
KOMKUJÎ DIDOMIN
AKP helwesta otorîter didomîne û ev jî bi Tirkiyeyê gelek tiştî dide windakirin. Ranekirina benda hilbijartinê, nedemokratîkbûna partiyên siyasî, astengkirina rayedarên rêveberên herêmî dikare mînak bê nîşandan. Di protestoyên Gezî û Kobanê de jî hat dîtin ku terora dewletê didome û di 7’ê Hezîranê de gel ji vê otorîteyê re got êdî bes e.”
Di daxuyaniyê de li gorî daneyên hatine dayîn di navbera 1990 û 2014’an de 2 hezar û 964 kuştinên kiryar nediyar, di navbera 19991 û 2014’an de 2 hezar û 194 înfazên bêdaraz, di navbera 1980 û 2014’an de di binçavkirinan û girtîgehan de hezar û 308 kes hatine kuştin, di navbera 1980 û 2004’ê de 940 kes di bin çavan de hatin windakirin. Di navbera 1993 û 2014’an de di pevçûnan de 23 hezar û 758 kes (mîlîtanên PKK’ê, leşker, cerdevan û polîs) jiyana xwe ji dest dane. Di navbera 1993 û 2014’an de di pevçûnan de ji her dua liyan 2616 sivîl mirine. Di navbera 2002 û 2014’an de 330 kes ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane. Di navbera 2003 û 2014’an de 432 leşker bi awayekî guman mirine.”
DIVÊ OCALAN AZAD BE
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Tirkiye di aliyê girtiyên siyasî de efûya giştî bîne rojevê û hat gotin ku di serî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.