AvEG: Ji komkujiyê dewleta Tirk jî berpirse

AvEG-Kon, êrîşa li Pirsûsê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk ji pêkanîna vê komkujiyê rasterast berpirse.”

AvEG-Kon, êrîşa li Pirsûsê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk ji pêkanîna vê komkujiyê rasterast berpirse.”

Konfederasyona Penaberên Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon), têkildarî êrîşa li Pirsûsê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên dest bi xwîn û hevkarên wê yên ji komkujiya Amedê encam negirtin, ji bo şoreşa Rojava û piştevaniya enternasyonalîst bişikînin di komkujî û hovîtiyê de sînoran nas nakin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Her çiqas kujer ne diyar bin jî em gelên cîhanê dizanin ên duh îmze avêtine bi dehan komkujiyan ji vê jî berpirsin. Dewleta Tirk ji pêkanîna vê komkujiyê û amadekirina zemîna komkujiyê rasterast berpirse. Bi sedan ciwanan xwestine kampanyaya dimeşînin li ber çavên raya giştî bigihînin Kobanê û tevî vê ti tedbîrên ewlehiyê nehatine girtin û êrîşa li hemberî girseya alîkarî dida birîndaran jî her tiştî bi aşkera nîşan dide.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirov, demokrat, şoreşger û welatparêz in bila vê komkujiyê lanet bikin û hesab bipirsin.