Li Nurnbergê çalakiya piştgiriya ji bo girtiyên siyasî

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, ji bo girtiyên siyasî ku di nav de Dr. Banû Buyukavci, dr. Sînan Aydin û aktîvîstên ATÎK'ê jî hene, çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, ji bo girtiyên siyasî ku di nav de Dr. Banû Buyukavci, dr. Sînan Aydin û aktîvîstên ATÎK'ê jî hene, çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Li Nurnbergê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi armanca piştevaniya li Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin û aktîvîstên ATÎK'ê yên hatin girtin bi dirûşma "Ti dîwar nikare me ji hev qut bike, ji hevrêyên me re azadî, dawî li qanûnên 129 a/b bînin" meş û mîtîngek pêk hat.

Mîtînga li Nurnberg Weistertûrmê ya ji aliyê pêkhateyên "Yekîtiya piştevahiya ATÎK'ê-Nurnbergê" ve hat organîzekirin, ji Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dît. Her wiha aktîvîstên komeleyên ATÎF'ê yên Başûrê Elmanyayê jî beşdar bûn. Di axaftinên li mîtîngê de helwest û polîtîkayên êrîşkariyê yên dewleta Elman li hemberî aktîvîstên ATÎK'ê yên di 15'ê Nîsana 2015'an de hatin girtin, hatin şermezarkirin.

Girseya gel saet di 12:30 de dest bi meşê kir û di ser Plaerer re ji Furtherstrasse di ber Girtîgeha Nurnbergê re bi qasî saetekê meşiya. Di meşê de tevî qîrîna dirûşmeyan sirûdên şoreşgerî hatin xwendin.

Girseya gel ji bo piştgiriyê bide Erhan Akturk ê li Girtîgeha Nurnbergê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, dirûşme qîriya û li dora girtîgehê meşiya. Di meşê de nûnerên Bundnis, Rote Hilfe, ATÎK, MLPD, SKB, AGÎF, OA axivîn û destek dan girtiyan.

"Yekîtiya Piştgiriya ji bo Girtiyên ATÎK'î ya li Nurnbergê" ku ji 13 saziyên pêşverû, şoreşger û demokrat ên Elman û Koçberan pêk tê, ragihand ku wê di dema pêş de nerazîbûnên xwe yên demokratîk bi çalakiyên cuda nîşan bide. Meş saet di 14:30 de li nêzî Dadgeha Nurnbergê bi dawî bû.

Di 15'ê Nîsana 2015'an de li Nurnbergê 7 şoreşger, li Swîsreyê 1, li Fransayê 1, li Yewnanîstanê 1 bi giştî 10 şoreşger bi hiceta ku destek dane têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiye û Kurdistanê û endamên TKP-ML ne hatin girtin û ji ber sûcdariyên dewleta Tirk li wan dikin, li gorî xala 129 a/b a li Elmanyayê di meriyetê de, bi operasyoneek siyasî re ji aliyê dewleta Elman ve hatin girtin.