Şehîdê Pirsûsê Okan Pîrînç tê veşartin
Cenazeyê Okan Pîrînç ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Antakyayê tê veşartin.
Cenazeyê Okan Pîrînç ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Antakyayê tê veşartin.
Cenazeyê ciwanê Ereb ê Elewî Okan Pîrînç ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenaze li ser rêya Antakyayê bi konvoyeke ji wesayîtan hat pêşwazîkirin.
Bi hezaran mirovên ji gelek deverên Antakyayê hatin gundê Hancagiz ê Samandagi.
Piştî merasîma li ber mala Pîrînç, cenaze birin Goristana Hancagiz.
Okan Pîrînç di sala 1997'an de li gundê Hancagiz ê Samandagi ji dayik bû. Pîrînç ku Erebê Elewî ye, di dema lîseyê de têkoşîna şoreşgerî nas kir. Dema hevrêyê wî Emre Aslan li Kobanê şehîd ket, soza 'dilsoziya bi têkoşînê re' dubare kir. Bi pêlîstokên ji bo zarokên Kobaniyî kom kiribû re çûbû Pirsûsê.