Mamoste Mehtap Yûrtsever Ateş ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku briyara sirgûnkirinê biryareke neheq e û got, "Weke ku ji nav jî tê fêmkirin, sirgûnkirin neheqî ye. Min tiştekî ku bê cezakirin, nekir. Li gorî wan, cezayê dane li gorî qanûna 657'an yek ji cezayên herî sivik e. Wan dixwestin cezayekî girantir bidin, lê nebû. Tiştek nedîtin."
'POLÎTÎKAYÊ ÇAVTIRSANDINÊ, MOBBÎNG'Ê DIMEŞÎNIN'
Ateş got, "Yên lêpirsîn emşandin ji ber ku nikaribûn cezayekî girantir bidin, rabûn cezayekî duyemîn dan, ew jî cezayê şermezarkirinê bû" û wiha axivî: "Beriya niha jî bi hincetên bêbingeh, der barê bûyerên Gezî de lêpirsîn vekiribûn. Guhertina cihê wezîfeya min wê bi awayekî cidî min mexdûr bike. Min ev ceza heq nekiriye. Cezayekî ne rast e, cezayê dîsîplînê yê li min hat birîn diviyabû li cezayê îdarî jî bihata. Li gorî xwe polîtîkaya çavtirsandinê, mobbîngê dimeşînin."
Ateş diyar kir ku lêpirsîna hatiye meşandin bê alî nîne û got, "Ji ber ku li hemberî me mobbîngê dike me giliyê alîkarê midûr kir. Lê belê li alîkarê midûr bi tenê cezayê hişyarkirinê hat dayîn. Lê li me, ku mexdûr in û rastî zextê hatin, cezayê sirgûnkirin û pere hat birîn."
Endama Desteya Rêveberiya Egîtîm-Sen a Kemalpaşa ya Îzmîrê Mehtap Yûrtsever Ateş a li Lîseya Anatolî ya Ferzent Bûlûm mamoste ye, ji ber parvekirinên xwe yên li Facebookê, rastî lêpirsînê hat û ji bo Lîseya Pîşeyî ya Keçan a Torbali hat sirgûnkirin.
Beriya niha der barê Ateş de bi hinceta li dibistanê û derveyî dibistanê xebatên HDP'ê meşandiye, tevlî civîna HDP'ê ya li navçeya Kemalpaşayê bûye, lêpirsîn hatibû vekirin.
Di vê dema ku lêpirsîn dewam dikir de, der heqê Ateş de careke din ji ber tevlîbûna çalakiyên Gezî, lêpirsîneke din hatibû vekirin.