KNK: Li hember hewldanên astengkirina yekîtiya neteweyî em ê bêdeng nemînin

Hevserokatiya KNK’ê li hember êrîşa li ser buroya xwe ya li Hewlêrê daxuyaniyek weşand û got: “Em careke din diyar dikin ku li hember kesên hewl didin yekîtiya neteweyî asteng bikin bêdeng namînin.”

Hevserokatiya KNK’ê ya têkildarî êrîşa li hember buroya KNK’ê ya li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê daxuyaniyek weşand got: “Em careke din diyar dikin ku li hember vê êrîşê em ê xebatên xwe hê bihêztir bikin û li hember kesên hewl didin yekîtiya neteweyî asteng bikin bêdeng namînin.”

Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), diyar kir ku êrîşa 14’ê Tîrmehê ya li hember buroya wan a li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr siyasî ye.

Hevserokan diyar kirin ku KNK weke li her parçeyên Kurdistanê li derveyî welêt jî bi gelek kesayetên endam, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl re 16 sal in bê navber xebatên yekîtiya neteweyî bi rê ve dibe û wiha hat gotin, “KNK a di siyaseta Kurdistanê de li hember parçecîtiyê Kxizmetên mezin kirine, di aliyê rêgezî di çareserkirina tevayî pirsgirêkên hundir û derve de rêbazên diyalogê esas digire. Di atmosfereke şerê li Rojhilata Navîn zêde bûye, di siyaseta Kurd di mijara yekîtiya neteweyî de ku wek pêdiviyek girîng pêş ketiye bi hêzên siyasî yên Kurd û rêxistinên civaka sivîl re timî din av diyalogê de bû. Di vê çarçoveyê de jî di salên dawî de xebatên xwe bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye.

KNK ya siyaseta konsesus û lihevhatinê dipejirîne, li gorî xeta siyasî ya alîgirê aştiyê tevgedigere. KNK li Kurdistanê bi israrek mezin polîtîkaya Yekîtiya Neteweyî dimeşîne, li derve jî dîplomasiya ku gelê Kurd bikare çarenûsa xwe tayîn bike dimeşîne. Ji ber vê sedemê êrîşa li ser KNK’ê hat kirin tê wateya êrîş li ser nasnameya ku KNK nûnertiya wê dike hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin herî dawî di 14’ê Tîrmehê di dema kes li Buroya KNK’ê ya li Hewlêrê nebû êrîş pêk hatiye, hemû kompîter û amûrên qeydê yên dijîtal ên saziyê birine û wiha hat gotin “Lêkolînên hatine kirin dide nîşandan ku bûyer di çarçoveya armanceke siyasî de hatiye kirin. Ev yek bi taybet jî ji aliyê hêzên Asayîşê yên Hewlêrê yên lêkolîn pêk anîne ve hatiye diyarkirin. Ev êrîşa ku bi şêwazê profesyonel hatiye kirin û amûrên ku di vê êrîşê de hatine desteserkirin jî nîşan dide ku ev êrîş bi armanceke siyasî hatiye kirin.

Pir aşkera ye ku bi vê êrîşê tê xwestin ku xebatên yekîtiya neteweyî yên KNK’ê ya li Başûr bên astengkirin, bi gefxwarinê bê bêdengkirin.