Ciwanên Sosyalîst gihîştin Pirsûsê

Ciwanên bi dirûşma "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" ber bi Kobanê ve ketin ser rê, gihîştin Pirsûsê. Polîsên Tirk ên li pêşiya navçeyê benda kontrolê danîne, du ciwan kirin bin çavan.

Ciwanên ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên bi dirûşma "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" ber bi Kobanê ve ketin ser rê, danê sibehê gihîştin Pirsûsê. 

Otobusên ciwanan li pêşiya navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Bi hinceta ku der heqê wan de biryara 'lêgerînê' heye xebatkarê BEKSAV'ê Emrah Îlîngî û Servet Koray hatin binçavkirin.

Ciwanên li Navenda Çandê ya Amara disekinin, ji bo derbasî Kobanê bibin wê biçin ser sînor.

Ciwan wê hefteyekê li Kobanê bimînin û tevlî karê avakirinê bibin. BEKSAV û ESP jî destekê didin ciwanan.