Li Navenda Çandê ya Amara, ku 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin duh ji Stenbolê hatin navçeya Riha Pirsûsê lê diman, teqînekê rû da.
ANF
RIHA
duşem, 20 tîrmehê 2015, 11:38
Li Navenda Çandê ya Amara, ku 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin duh ji Stenbolê hatin navçeya Riha Pirsûsê lê diman, teqînekê rû da.
Teqîna ku beriya daxuyaniya ciwanan rû da, hewça navenda çandê veguherand gola xwînê. Parçeyên cesedên ciwanên jiyana xwe ji dest dan, li derdorê belav bûn.
Tevî ku guman hebû piştî teqînê bombeyeke duyemîn bê teqandin jî, ji bo dereng nemîne ciwanên ji êrîşê bi saxî filitîn, dest li rewşa birîndaran werdan. Birîndar bi gelek ambûlansan rakirin nexweşxaneyan. Cenazeyên ciwanên jiyana xwe ji dest dane, li hewşa navenda çandê tê sekinandin.
JI BO PÊWÎSTIYA BI XWÎNÊ ANONS TÊN KIRIN
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û nexweşxaneyên li navenda Rihayê. Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyê banga ji bo pêwîstiya xwînê tê kirin. Ji ber kêmasiya teknîkî ya li unîteya wergirtina xwînê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, ji welatiyên dixwazin xwînê bidin hat xwestin ku biçin Rihayê. Der barê mirovên jiyana xwe ji dest dane de hînê agahiyeke zelal nîne.