Li Elmanyayê çalakiyên ‘Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî'

Li Elmanyayê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rêze çalakî bên lidarxistin. Di çalakiyên ku li gelek bajaran bên lidarxistin, wê azadiya Ocalan bê xwestin.

Li Elmanyayê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rêze çalakî bên lidarxistin. Di çalakiyên ku li gelek bajaran bên lidarxistin, wê azadiya Ocalan bê xwestin.

Di daxuyaniya ku der barê çalakiya bi sernavê, “Ji îzolasyonê re na! ji Birêz Ocalan re azadî” de hat lidarxistin de wiha hat gotin, “Rêberê Gelê Kurd di Newroza 2013’an a Amedê de pêvajoya nû ya çareseriya manîfestoya demokratîk a dîrokî da destpêkirin, Serok Apo ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê pêngava dîrokî ya demokrasî, wekhevî û azadiyê kir. Hikûmeta AKP’ê û Dewleta Tirk li şûna pêvajoya çareseriyê mayînde bike, tim di polîtîkayên mijûlkirin û înkarê de israr kir. AKP piştî binketina di hilbijartinê de jî hîn bêperwatir bûye, li ser mîmarê çareseriya Demokratîk Rêberê Gelê Kurd bi mehane pêkanînên îzolasyonê bikar tîne.”

'TECRÎD WÊ ÊŞÊN NÛ BI XWE RE BÎNE!'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û wê bibe sedema êşên nû, her wiha hat diyarkirin ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de ji sedî 90 gelê Kurdistan û dîsa beşek girîng ê gelên Tirkiyeyê polîtîkayên Ocalan pejirandine û piştgirî dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li şûna AKP bi awayê tolhildêr nêzîkî encamên hilbijartinê bibe, pêwîst e peyama gelan daye rast bixwîne û ev bang lê hat kirin.

BANGA TEVLÎBÛNÊ

“Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo li Rojhilata Navîn wekhevî, azadî û demokrasî pêş bikeve, pêwîst e rêveberê sereke yê çareserî û demokrasiyê Rêber Apo azad be. Em bang li her kesê li Rojhilata Navîn biratî, wekhevî û azadiyê dixwazin dikin ku azadiya Birêz Ocalan biparêzin; Tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin."

DÎROKA ÇALAKIYAN

17 Tîrmeh

Munîh, mîtîng

Cih: Richard Sträub Neuhauser, saet 18.00-20.00

18 Tîrmeh

Berlîn, meş

Cih: Kottbusser Tor, saet 17.00

22 Tîrmeh

Freiburg, meş

Cih: Kartoffelplatz, saet 19.00

Mannheim, meş

Cih: Wasserturm, saet 19.00

Bremen, mîtîng

Cihê kombûnê: Pêşiya Parlamento, saet 18.00-19-00

23 Tîrmeh

Braunsweig, nobeta kon

Cih: Am kohlmarkt Braunschwdig, saet: 11.00

24 Tîrmeh

Braunsweig, meş

Cih: Pêşiya Hauptbahnhof, saet 16.00

(Her du aktîvîteyên li Braunsweig di pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî de tên kirin)

Hannover, meş

Cih: Hauptbahnhof, saet 16.00

25 Tîrmeh

Dusseldorf di asta Eyaleta NRW demeşek bê lidarxistin

(Navendên civakî yên Bonn, Koln, Leverkusen, Aachen, Duren, Wuppertal, Essen, Dusseldorf, Duisburg, Dorgmund, Hagen tevlî bibin)

Cih: Pêşiya HBF, saet 14.00

1 Tebax

Koln, mîtîng

Cih: Pêşiya Dêra Dom, saet 15.00.