Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya

Li Aksarayê, mînîbusek tê de karkerên çandiniyê hebûn wergeriya. Di bûyerê de 16 kes birîndar bûn.

Li nêzî navçeya Eskîl a Aksarayê, saet di 08:30 de, mînîbusek karkerên çandiniyê tê de bû ku ji aliyê Mehmet Can ê 29 salî ve dihat ajotin, ji ber ku bi lezeke zêde ket nava fetlanokê, ji rê derket û qelibî. Di qezayê de zarok jî di nav de 2 jê bi giranî 16 kes birîndar bûn. birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aksarayê. Ji birîndarên li servîsa lezgîn tên ragirtin tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya Necla Can û Selman Taş xetere ye.

Navên çend ji birîndaran bi vî rengî ye: Ajokarê mînîbusê Mehmet Can (70), Amber (45), Bahrî (36), Necla (34), Zahîd (30), Adalet (25), Abdulsamet (11), Abdulhakîm (6) û Mehmet Selîm Can (8), Mehmet (43), Selman (26), Ceylan (17), Medîne (16), Sînan (14) û Nûrcan Taş (6).