Şehîd ber bi warên xwe ve hatin bi rê kirin

Hejmara mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi Polen Unlu re bû 32. Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatan hatin kirin û ber bi warên xwe ve hatin bi rê kirin. Cenaze bi dirûşma 'Kujer DAIŞ, hevkar AKP' teslîm hatin girtin.

Hejmara mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi Polen Unlu re bû 32. Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatan hatin kirin û ber bi warên xwe ve hatin bi rê kirin. Cenaze bi dirûşma 'Kujer DAIŞ, hevkar AKP' teslîm hatin girtin.

Ji ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên li Pirsûsê rastî êrîşê hatin jina ciwan a bi navê Polen Unlu jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmara mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 32 kesan.

Cenazeyê kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan duh bi şev ji morgên nexweşxaneyên Pirsûs û Rihayê hatin wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Li vê derê, ji aliyê gelek dozger û doktoran re otopsî hat kirin. Karê otopsiyê heta danê sibehê dewam kir.

Piştî temambûna otopsiyê cenazeyê Erdal Bozkûrt ber bi navçeya Agirî Patnosê, cenazeyê Okan Pîrînç ber bi Hatayê, cenazeyê Alîcan Vûral ber bi Samsûnê, cenazeyê Ferdane Ece Dînç ber bi Stenbolê, cenazeyê Alper Sapan ber bi Gîresûnê hatin şandin.

Cenazeyên din ên otopsiya wan qediya, rakirin morga Midûriyeta Goristanê ya li nêzî Mizgefta Nakiboglû.

LI HEWŞA MORGÊ MERASÎM

Malbatên bihîstin zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, ji duh ve ketin ser rê û hatin Dîlokê. Bi malbatan re bi hezaran kes, li ber morga cenazeyan lê teslîm bigirin, civiyan. Ji ciwanên SGDF'yî yên cenazeyên wan ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin cenazeyê 24 ji wan, piştî ku ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin, li hewşa morgê ji bo ciwanan merasîmek hat lidarxistin.

'KUJER DAIŞ, HEVKAR AKP'

Cenazeyên teslîm hatin kirin bi qîrîna dirûşmên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP", "Kujer wê hesap bidin gel", "Kujer Erdogan", "PKK tolhildan" û "Şehîd Namirin" di merasîmê de li ber hev hatin rêzkirin.

Dema darbest anîn qadê, xizmên ciwanan rondik barandin û demeke dirêj darbestên zarokên xwe hembêz kirin.

Di merasîmê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, ji SGDF Mazlûm Demîrtaş û ji ESP'ê Dînçer Ergun axivîn. Piştî axaftinan cenaze bi rêyên hewayî û bejahî ber bi warên wan ve hatin oxirkirin.

Hat ragihandin ku 3 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî jî, ji benda testa DNA ne.

LÎSTEYA NAVAN

Navên mirovên jiyana xwe ji dest dane: "Ûgûr Ozkan, Kasim Deprem, Hatîce Ezgî Saadet, Cemîl Yildiz, Çagdaş Aydin, Nazli Akyurek, Ferdane Ece Dînç, Mucahît Erol, Mûrat Yûrtgul, Emrûllah Akhamûr, Îsmet Şeker, Okan Pîrînç, Nartan Kiliç, Ferdane Kiliç, Ferhat Devrîm, Met Alî Barûtçû, Erdal Bozkûrt, Suleyman Aksû, Koray Çapoglû, Cebraîl Gunebakan, Veysel Ozdemîr, Nazegul Boyraz, Alper Sapan, Alîcan Vûral, Osman Çîçek, Dîlek Bozkûrt, Buşra Mete, Yûnûs Emre Şen, Ayda Ezgî Şalci, Polen Unlu, Dûygû Tûna, Nûrcan Kaçmaz."