Kaplan: Gelek mirî û birîndar hene
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku teqîna li nava 300 ciwanên sosyalîst ên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê, ji ber bombeya zindî rû daye.
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku teqîna li nava 300 ciwanên sosyalîst ên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê, ji ber bombeya zindî rû daye.
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku teqîna li nava 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê, ji ber bombeya zindî rû daye. Kaplan diyar kir ku li gorî agahiyên gihaştine wan, zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Teqîna li hewşa Navenda Çandê ya Amara ku 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst ên ji Stenbolê duh hatin Pirsûsê lê bûn, rê li ber komkujiyê vekir. Di dema kombûna ciwanan a beriya biçe Kobanê de, teqîneke dijwar rû da.
Ji ber teqînê hewşa navenda çandê veguherî gola xwînê. Parçeyên cesedê mirovên jiyana xwe ji dest dan, li derdorê belav bûn.
Piştî bûyerê, hejmareke zêde ambûlansan çûn cihê bûyerê û birîndaran radikin nexweşxaneyan. Cenazeyê ciwanên jiyana xwe ji dest dane hînê li hewşa navenda çandê ne.
Der barê bûyerê de Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan agahî da û diyar kir ku êrîş ji ber bombeya zindî (întixarî) rû daye.
Kaplan anî ziman ku li gorî agahiyên li ber destê wan zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne.