Ji FEDA’yê ji bo Leyla Agar peyama sersaxiyê

FEDA’yê der barê wefata keça Seyîd Riza Leyla Agar de daxuyanî weşand û got, “Dayika me Leyla ji ber keça Seyîd Riza bû, di dema komkujiya Dêrsimê de rastî îşkenceyek mezin a leşkeran hatibû.”

FEDA’yê der barê wefata keça Seyîd Riza Leyla Agar de daxuyanî weşand û got, “Dayika me Leyla ji ber keça Seyîd Riza bû, di dema komkujiya Dêrsimê de rastî îşkenceyek mezin a leşkeran hatibû. Wê demê 5 salan di gova leşkerên siwarî de hatibû hepskirin.”

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)  der barê wefata keça Seyîd Riza, Leyla Agar de daxuyaniyek weşand û got, “Keça Seyîd Riza yê bi navê Dêrsimê re bûye yek Leyla Agar (1918) li Nexweşxaneya Dêrsimê ku tedawî didît, di 97 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika me Leyla axa xwe neterikand û digot, ‘Ez keça Seyîd Riza me. Ev ax axa bavê min Seyîd Riza, mirovên min û eşîreta min li ser xwîna xwe rijandine. Ma gelo qet dev jê berdan çêdibe? Ma dev ji axa Dêrsimê tê berdan! Heya mirinê ez ê li vir bimînim!’ û wisa jî kir, dev ji ax û welatê bav û kalên xwe berneda. Dayika me Leyla ji ber keça Seyîd Riza bû di dema komkujiya Dêrsimê de rastî îşkenceyên mezin ên leşkeran hatibû. Di vê pêvajoyê de 5 salan di gova leşkerên siwarî de hatibû hepskirin. Di vê dema ku em dayika xwe Leyla ya xwedî jiyanek bi êş û ewqasî jî bi rûmet ber bi rêwîtiya bêdawî ve bi rê dikin, serê malbatê û bi taybet Dêrsimê û giştî Kurdistanê sax be. Rehma Xwedê lê be, dayika me Leyla di nava nûrê de be.”