Ji KONGRA GEL peyama cejnê
KONGRA GEL Cejna Remezanê ya gel pîroz kir û got, “Rêber Apo vê cejnê di bin tecrîtê de pêşwazî dike. Ji ber vê yekê em weke gel û tevger bi hêrs in.”
KONGRA GEL Cejna Remezanê ya gel pîroz kir û got, “Rêber Apo vê cejnê di bin tecrîtê de pêşwazî dike. Ji ber vê yekê em weke gel û tevger bi hêrs in.”
KONGRA GEL Cejna Remezanê ya gel pîroz kir û got, “Rêber Apo vê cejnê di bin tecrîtê de pêşwazî dike. Ji ber vê yekê em weke gel û tevger bi hêrs in.”
Hevserokatiya KONGRA GEL bi boneya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, “Di serî de Cejna Remezanê ya pîroz a gelê me cejna hemû alema Îslamê pîroz dikin. Em dixwazin cejn ji bo mirovahiyê bibe wesîleya aştî û biratî yê” û peyam wiha dom kir.
‘JI BER TECRÎDÊ EM BI HÊRS IN’
“Gelê me yê li derdora têkoşînê gihiştî hev weke di cejnên bihûrî de di vê cejnê de jî êş û keyfxweşiyê di zikhev de dijî. Pêwîste gelê me di cejnê de li hember polîtîkayên qetlîam û zilmê, hevkariya xwe bilindtir bike û ezma xwe ya berxwedanê jî bilindtir bike, em keyfxweşiya serketin û serfiraziyê ya afirandî jî bi cejnê re parve dikin.
Rêber Apo vê cejnê di bin tecrîdê de pêşwazî dike. Ji ber vê sedemê em weke gel û tevger bi hêrs in. hêrs û çalakiyên gelê me yên li hember tecrîda mîmarê aştî û biratiya gelan di her milî de bilind dibe, wê hîn bilintir bibe û wê heyanî Rêber Apo azad bibe jî wê dewam bike. Gelê me bi serketinên li Rojava hêzên YPG û YPJ’ê li Kantonên Cizîrê û Kobanê bi dest xist re û êşa komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê li ser gelê sivîl pêk anî li gel hev dijî. Bi boneya cejnê em hemû şehîdên xwe yên keyfxweşî bi gelên me dane jiyîn bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Êşa kûr a malbatên ku li Kobanê mirovên wan hatine qetilkirin jî bi hemû dilê xwe û hebûna xwe parve dikin.
Yek ji keyfxweşiyên vê cejnê jî serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de ye. Ev pêşketina ku gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê li derdora aştî, demokrasî û edaletê de afirand, wê weke destketiyek hevpar a gelên me li ser hemû pêşketinên li herêmê bi bandor be.”
‘DEM DEMA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’
KONGRA GEL got ku bi ruhê berxwedan û serketinê ya ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li her çar parçeyên Kurdistanê afirand û wê gelê bi vî ruhî rabûye ser xwe wê bi vê hêz û îradeyê jiyana azad biafirîne. Di peyamê de wiha hat gotin, “Astengkirina vê îradeyê qet ne gengaz e. dem dema pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Kesên ku vê rastiyê dibînin wê bi hev re qezenc bikin, lê kesên ku nabînin an jî naxwazin fêm bikin jî wê winda bikin.”
KONGRA GEL peyama xwe wiha bi dawî kir, “Pêwîste gelê me bi vê bawerî û baweriya cewheriyê bi boneya Cejna Remezanê li her çar parçeyên Kurdistanê aştiya xwe ya hundirîn a civakê û yekîtiya xwe ya neteweyî bihêz bike, di serî de li Şengal û Kobanê pêwîste bi awayekî xurt xwedî li mirovên xwe yên pêwîstî bi alîkariyê heyî derbikeve. Bi vê baweriyê em carekî din cejna pîroz a gelê xwe ji dil û can pîroz dikin, em gelê xwe bi rêz û hurmet silav dikin.”