‘Gelo ji bo ji Koma Cîner re hewza bên vekirin, şewat hat derxistin?’
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî şewata ku leşkeran li Çiyayê Cûdî derxistiye pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî şewata ku leşkeran li Çiyayê Cûdî derxistiye pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz şewata li Çiyayê Cûdî bir meclîsê. Sariyildiz pirsa; “Kana komirê ya aîdî santralên Koma Cîner hene. Îdîaya ku ji bo santrala mezin dibe hewzayên nû yên komirê bên vekirin, leşkeran bi destê xwe daristan dane ber şewatê, raste yan na?” pirsî.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz têkildarî şewata ku leşkeran li Çiyayê Cûdî derxistiye pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu.
Sariyildiz di pêşnûmeyê de got ji ber Walîtiya Şirnexê û Midûriyeta Daristanê a Şirnexê mudaxaleyî şewatê nekiriye, şewat di demek kurt de zêde bûye û li Çiyayê Cûdî ku di aliyê nebat û sewalan de gelek dewlemende komkujiyek mezin pêk hatiye. Sariyildiz got: “Di encama mudaxaleya Şaredariya Sîlopiya, Şaredariya Gorumlu û gel de şewat ketiye bin kontrolê û bi hezaran zindî û nebat telef bûne. Parastina daristanan ku malê hevbeş ê mirovahiyê ye, peywira sereke ya dewlet û welatiyan e. Lê operasyonên leşkerî yên dewletê û avêtina topan mîrateya çandî tine dike. Ji ber vê jî divê demildest dest ji vê hilweşîna ekolojîk bên girtin.”
DEWLETA JI BO ŞEWATÊN ROJAVA SEFERBER DIBE
Sariyildiz bi lêv kir ku dewleta Tirk li rojavayê Tirkiyeyê di şewata daristanan de hemû derfetên xwe seferber dike û li bajarên Kurdan jî li dijî şewatan bê hestiyar dimîne.
Sariyildiz ev pirs ji Wezîr Eroglu kir:
“Li gorî 3. Fikraya xala 169’an a Destûra Bingehîn tê îfadekirin ku divê destûr ji bo ti xebatên zerarê didin daristanan neyê dayîn. Têkildarî rayedarên leşkerî yên Tabura Hidût a Çalişkan ku bûn sedema şewitandina hezaran zindî û sedan hektar qadî, lêpirsînek hatiye destpêkirin an na?
Têkidarî Walîtiya Şirnexê û rayedarên Midûriyeta Daristanê ya Şirnexê de ku mudaxaleyî şewatê nekirine, lêpirsînek îdarî hatiye destpêkirin an na? Ekîbên girêdayî Midûriyeta Daristanê ya Şirnexê piştî şewatê destpê kir, kengî çûye cihê bûyerê? Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk têkildarî mijarê de li Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su geriya û tevî ku Walî gotiye em helîkopteran dişînin, çima neşandine? Di 12 salên dawî de çend hektar erd hatiye şewitandin? Li cihê ku şewat derketiye Kanên Komirê yên adyê Koma Cîner hene yan na? Îdîaya ku ji bo santrala mezin dibe, hewzayên nû yên komirê bê vekirin, leşkeran bi destê xwe daristan dane ber şewatê raste yan na? Di dema hikûmetê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat çend şewatên daristanan derketine. Çend hektar tine bûye? Çend ji wan di encama avêtina topan de pêk hatiye? têkildarî çend berpirsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Çend helîkopter û balafirên ku agir ditemîrinin yên Tirkiyeyê hene? Di encama şewata li Çiyayê Cûdî de bi sedan hektar tine bûye. Li herêmê çend helîkopterên temirandina agir hene?