AKP û PDK ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava tasfiye û tune bikin siyaseteke hemwext dimeşînin. Têkiliyên AKP û PDK’ê ji tifaqeke taktîkî wêdetir tifaqeke stratejîk e. Têkiliyên PDK yên bi dewleta Tirkiyeyê re diçe heta 50-60 sal berê. Lê têkiliyên vê gavê yên bi AKP’ê pirr kûr û berfireh in. Qasî ku tê zanîn têkiliyên wan ên veşartî hene. Yek ji hêzên ku AKP 13 salan li ser desthilatiyê hişt yek jê PDK ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de her tim li cem AKP’ê cih girt û xwest siyaseta AKP’ê ya dijmintiya Kurdan dike bi ser bikeve. Çima? Tenê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyaseta Tevgera Azadiya Kurdistanê pêş nekeve.
AKP û PDK li dijî destkeftiyên Kurdên azad û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji navendekê siyaseteke hevbeş dimeşînin. Ev siyaset ji navendekê ji aliyê aqilekî jor ve tê rêvebirin. Li planên AKP û PDK yên ji bo têkbirina şoreşa Rojava her roj hin planên din lê tê zêdekirin. Ji destpêka şoreşa Rojava ve AKP û PDK neyartiya xwe bi awayên cuda anîn ziman. Ji bo şoreşa Rojava bifetisînin serî li rê û rêbazên ne exlaqî dan.
AKP’Ê DÎWAR LÊ KIR PDK’Ê XENDEQ KOLA
Destpêkê her du hêzan xwestin hemû deriyên li ser Rojava bigirin û Rojava bênefes bihêle û bi vê yekê re valakirina Rojava pêk bînin. Taybet sînorên xwe ji bo vê yekê vekirin ku welatekî bê mirov bihêlin. AKP li gel ku tu alîkariyê ji hêzên navneteweyî nagire zêdetirî milyonek mirov hewandiye. Muheqeq ev ne ji bo xêra Kurdan e, ji ber ku siyaseta wê li ser dijmintiya Kurdan e. Her du hêzan piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kirin ku ev çeteyên hov li Rojava komkujiyê pêk bîne. AKP û PDK ji bo alîkarî neçe Rojava xwestin hemû deriyan li ser Rojava bigirin. AKP ev yek di dema Kobanê de nîşan da, PDK jî ji deriyê Sêmalka bigire hemû siyaset û dîplomasiya xwe li ser vî esasî pêş dixe. AKP’ê dîwar lê kir, PDK’ê xendeq kola.
AKP DIXWAZE TIRKMENAN BIXAPÎNE
Piştî serkeftina Girê Spî û serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de AKP dîn û har bû. Ji bo vê yekê li zemînê mudaxeleya ku derbasî Rojava bibe geriya. Digot heke PYD derbasî rojavayê Firatê yanî Cerablûsê bibe ew ê mudaxeleya Rojava bikin. Lê ji ber şert û mercên konjekturel ên neteweyî û navneteweyî ev yek ne mimkun bû ku AKP Rojava dagir bike û rê li pêşiya destkeftiyên Kurdan bigire. Ji bo vê ji Tirkmenan bi avakirina hin çekdaran dixwaze aloziyê derxe û rê li pêşiya destkeftiyên Kurdan bigire. Ne hemû Tirkmen, beşek Tirkmen bi AKP’ê re ne. Ev kesên bi AKP’ê re jî yan bi pere kirî ne yan jî bi tirsê û xapandinê li cem xwe digire. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de ev rastî wiha digot: “Piştî rizgarkirina Girê Spî di televizyonên çapemeniya Tirkan de em dibihîzin û guhdar dikin hinek Tirkmenan mesela bi zorê, bi zextan, bi pere, bi xapandin didin axaftin. Halbûkî tiştê ku em dibihîzin û agahiyên ji me re tên, esas hemû Tirkmen ne wisa ne. Beşeke wan weke me gotiye di bin bandora dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê de çek dane wan, pere dane wan, xapandine, tirsandine. Lê beşek wan a muhîm jî ligel gelê Kurd e, li gel gelê Ereb e, li gel gelê Suryan e.” Piştî rizgarkirina Girê Spî di avakirina meclisa Girê Spî de Tirkmen jî cihê xwe tê de digire. AKP’ê ev bikaranîna Tirkmenan xwest li Başûrê Kurdistanê jî pêk bîne û aloziyê derxe. Lê ji ber ku tevahiya Tirkmenan ne bi wan re bûn, nikarîbûn encamekê bi dest bixin.
PDK HIN KESAN BI ÇEKDAR DIKE
Bala xwe bidinê di dema avakirina artêşek ji Tirkmenan de PDK jî hemwext dixwaze çekdarên xwe bi navê ‘pêşmergeyên Rojava’ bişîne Rojava û aloziyê derxe ku ew jî ji aliyekî din li pêşiya şoreşa Rojava bibe asteng. Ji destpêkê ve PDK xwest pêşmergeyan bişîne kantona Cizîrê, lê ji ber ku derfetên vê yekê tunebû vê carê dixwaze bi rêbazeke din pêk bîne. Beriya ku vê plana xwe bixe dewreyê jî di ser çapemeniya xwe re li dijî YPG’ê siyaseteke reşkirinê meşand ku nikare Rojava biparêze. Bi nûçeyên derew ên reşkirinê xwest zemîna şandina çekdarên xwe ava bike. Ji ber ku nikare pêşmergeyên xwe bişîne Rojava, vê carê bi navekî din dixwaze xwe li Rojava bi cih bike. Ev kesên ku di demên herî dijwar de ji rojavayê Kurdistanê reviyane û niha jî bi wergirtina dolaran dixwazin bên Rojava û aloziyê derxin.
PLANA KEVIN DI DEWRÊ DE YE
Weke me got ev plan û proje ji navendekê tê rêvebirin. AKP û PDK jî ji ber ku rasterast nikarin mudaxeleyî Rojava bikin, vê carê bi çekdarên ku avakirine dixwazin encamê bigirin. Ev hewldanên wan berdewama plana ku kantona Cizîrê bidin PDK’ê, kantona Kobanê û Efrînê jî bikeve bin bandora AKP’ê ye. Hemû hewldanên AKP û PDK’ê ji bo pêkanîna vê planê ye. Her carê bi rê û rêbazên cuda dixwazin vê yekê pêk bînin.
Lê berxwedana gelê Rojava paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neteweya demokratîk nahêle ev hewldanên AKP û PDK’ê bi ser bikevin. AKP bi serkeftina Girê Spî û serkeftina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê darbe xwar. PDK jî di hilbijartinan de ji ber ku weke şaxeke AKP’ê dixebitî, her wiha li Şengal û Rojava darbe xwar. Her du hêz jî li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û paradîgmaya neteweya demokratîk ve têk diçin. Bi neteweya demokratîk gel nêzî hev dibin, piştgiriya hev dikin û rastiya hêzên desthilatdar baştir dibînin. Ev projeya gelan çawa li Rojava û Bakur bi ser ket, ew ê li Başûr jî bi ser bikeve.
PDK XIZMETA DAGIRKERIYÊ DIKE
Vê plana qirêj a PDK divê ji aliyê kesên weke rewşenbîr, nivîskar, demokrat, kesên bi meseleya gelê kurd re eleqedar in, gelê Kurd, partî, sazî û rêxistinên Kurdan pêwîst e êdî vê rastiyê bibînin. Li hemberî siyaseta li dijî hebûn û rastiya gelê kurd yan jî li hemberî kesên siyaseteke xeter dimeşînin pêwîst e dengê xwe bilind bikin, rexne bikin. Bi rastî ev siyaseta PDK’ê taybet li ser Rojava dimeşîne xizmeta gelê Kurd nake, xizmeta dagirkeriyê dike. Hin kes bi çekdarkirin û ji wan re gotina pêşmergeyên Rojava tiştekî sexte ye. Li vê derê tu menfaetê gelê Kurd tune. Hesabên şexsî, malbatî û berjewendî hene, alozî heye. Berî her tiştî ev siyaseteke neheq e, ne li ser mafê gelê Kurd e, ji bo wê divê AKP ji zûtir demê dev ji vê siyaseta xeter berde. Gelê Kurd jî bi hişyarî, zanebûn yekîtiya xwe xurt bike. Hebûn û azadiya xwe ji her demê zêdetir dikare biparêze.