Ji bo sohbetê gazî girtiyên siyasî kirin û şandin sirgûnê!
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê xist rojeva meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê xist rojeva meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyidiz têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê de pêşûneme pirsek da ji wezîrê dadê Kenan Îpek.
Sariyildiz da zanîn ku bêyî teblîgatek ji bo girtiyan bê kirin, polîtîkaya sirgûnê hatiye kirin û diyar kir ku di 5’ê Hezîranê de Sînan Gul, Hakan Akgul û Ahmet Ozbek bi hinceta ku wê têkildarî hilbijartinên parlamenteriyê de sohbetê bikin, gazî îdareyê hatine kirin û got: “Piştî ji odeyên xwe derdikevin destê wan tê kelepçekirin û dişînin sirgûnê. Nehiştine ji hevalên xwe xatir bixwazin, hatine derbkirin û şandine girtîgehên din. Tevî ku girtiyan nerazîbûn nîşan dan jî girtî bi awayekî korsanvarî hatine sirgûnkirin.”
Sariyildiz da xuyakirin ku li gorî 10. Xala Pakta Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Azadiyên Şexsî, ya Tirkiyeyê di 15’ê Tebaxa 2000’î de îmzekiriye, ‘her kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin, divê bi rêzdarî divê bên pêşwazîkirin’ û tevî vê di bin navê sohbetê de gazî girtiyan dikin û wan surgun dikin.
Sariyildiz wiha got: “Beşeke mezin ya van binpêkirinan ji mevzuatê pêk tên û beşek wan jî bi pêkanînên keyfî pêk tên. Li hemû girtiyan ev polîtîka tê pêkanîn. Mexdurên herî mezin jî girtiyên siyasî ne.”
SIRGÛNA KORSANVARÎ!
Sariyildiz ev pirs ji wezîr Îpek kir:
Sînan Gul, Hakan Akgul û Ahmet Ozbek di bin navê sohbetê de tên gazî kirin û piştre destê wan tên kelepçekirin û sirgûnkirin. Hinceta vê sirgûnê çiye? Têkildarî îdareya girtîgehê lêpirsînek hatiye destpêkirin? Ji derveyê daxwaza girtiyan neqlên tên kirin, tên wateya cezakirineke duyem?
Têkildarî pisgirêkên girtîgeha Tîpa Hejmar 2 a Osmaniyeyê de, hun difikirin ku heyetekê bişînin girtîgehê?
Mafê hevdîtinê yê malbatan jî tên binpêkirin. Ji bo mexduriyeta malbatan yên durin ji holê rabin, xebatek we heye an na?
CEZAYÊ RÛYÊ LIHÊFÊ YÊ QELAŞTÎ
Her wiha Sariyildiz têkildarî rûyê lihêfê yê qelaştî de ku îradeya girtîgehê ji ber vê 9 meh ceza daye du girtiyan jî ji wezareta Dadê pirsî. Sariyildiz diyar kir ku li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2, gardiyanan bi îdiaya ku newresîma 10 TL yî ji aliyê girtiyan ve hatiye qelaştin, têkildarî girtiyan de girtek girtiye û got: “Girtiyên bi navê Eren Tayşan û Sadik Yilmaz sewqî dadgeha îdarî ya girtîgehê hatine kirin. Dadgehê li her yekî bi hinceta zirar dane malê dewletê, 9 meh ceza biriye.”
Yildiz ji wezîr Îpek ev pirs pirsîn:
Îdiaya ji ber newresîma 10 TL’yî ya qelaştî li Eren Tayşan û Sadik Yilmaz 9 meh ceza hatiye birîn raste an na?
Di 5 salên dawî de li girtîgehan li çend kesan bi sûcdariya ku zirar dane malê dewlê ceza hatiye birîn? Ji bo çen kesan ceza hatiye birîn?
Ji ber vê newresîma ku demek dirêj hatiye bikaranîn û xwedî taybetiya ku bixwe biqelişeye, li du girtiyan ceza tê birîn. Hun vê çawa vebêjin? Cezayê hatiye dayîn wijdaniye gelo?
Têkildarî van cezayên keyfî de xebatek we wê hebe gelo?
Ji bo girtiyê şîzofren Sadik Yilmaz ku tê zanîn zirarê dide xwe, cezayê hucreyê hatiye dayîn. Tevî ku tê zanîn zirarê dide xwe, ev ceza hatiye dayîn, têkildarî vê de lêpirsînek hatiye destpêkirin? Ji bo şûnde kişandina vê biryarê hewldanek we wê hebe?