HRRK êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî kampanya reşkirinê û êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî kampanya reşkirinê û êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke nivîskî kampanya reşkirinê û êrîşên li dijî nivîskar Helîm Yûsiv şermezar kir.
HRRK'ê da xuyakirin ku şerê li Kobanê û Girê Spî bi serketineek siyasî û leşkerî bi encam bû û van serketina pişt li rêxistina terorîst DAIŞ'ê şikandiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hemû hêzên ku têkçûna DAIŞ'ê wekî ziyaneke mezin bo xwe didîtin dest bi kampanyayên reşkirinê dijî gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî û çekdarî kirin û hat gotin, "Hem ew aliyên ku alîgirên aramiya civakî ne anîn dijî hev û hem jî agirê dijminayiyê di navbera hemû pêkhateyan de vêxistin. Bi devê hin rêxistin û aliyan daxuyaniyên reşkirinê û fitû li dijî hêza ku pişta DAIŞ dabû erdê belavkirin û xwestin hêzên kurd bi paqijkirina nijadî ya dijî Ereb û Tirkmenan tawanbar bikin û fitûyên gunehkariya tevlêbûna hêzên kurdan derxistin."
HRRK'ê da zanîn ku berdewamiya vê kampanya reşkirinê xwe di alavên ragihandinê de jî da der û siya xwe avêt ser qada rewşenbîrî û çandî ya vî welatî û got, "Di nav vê kampanyayê de hin derûdorên çandî û kesên ku di bin navê rewşenbîriya Kurd de jî xwe didin pêş, cih girtin. Bi têkçûna DAIŞ'ê û hêzên tariyê re ev kampanya xurtir û pir alî bû. Ji wanên ku rastî êrîşên dijwar yên vê kampanyayê hatin hevkarê me, nivîskar Helîm Yûsiv bû, ku berdevkê ragihandinê yê rêxistina me ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ye."
HRRK'ê diyar kir ku ev kampanya reşkirinê ya dijî Helîm Yûsiv dijî wan hemûyane û ev xal destnîşan kir: "Her wiha li dijî hevgirtina me û nirxên me yên çandî û neteweyî ye. Ev nirxên giranbuha ku dijminên doza me, di rêya hin rewşenbîrên nijadkurd re, dixwazin ku me jê dûr bixînin. Di demekê de ku pêdiviya miletê wan ê di bin gefxwarina nemanê de bi wan bi xwe jî heye.
Herwisa dijwariya van êrîşan gihişte wê radeyê ku hin daxwaznameyên fermî ji hevgirtina nivîskarên Sûriyê re bêne şandin, nameyên vekirî û girtî bêne belavkirin, îmzeyên nivîskarên ereb bêne berhevkirin da ku Helîm Yûsiv ji birêveberiyê û ji wê dezgeha nivîskarên Sûriyê bê avêtin. Ev hemû mirov dajon ber bi encameke wiha ve ku ev kes bi vê rola xwe ya neyênî ji hemû erkên rewşenbîriyê dûr dikevin.
Em vê kampanya ya reşkirinê şermezar dikin û em di vê der barê de xwe li kêleka hemkarê xwe û berdevkê xwe yê ragihandinê dibînin. Herwisa ji bo avakirina têkiliyên saxlem ku pala didin wekheviyê, sînga me li ber hemû kes, alî, derûdor û dezgehên Sûrî vekiriye û li ser bingeha dûrketina ji berjewendiyên takekesane û teng û nêzîkbûna ji berjewendiyên giştî ku xêra her kesî têde heye."