Têkildarî qetilkirina Mustefayê Kobaniyî 2 kes hatin girtin

Li Edeneyê têkildarî qetilkirina Muhammed Mustefa yê Kobaniyî ji 3 kesên hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin 2 kes hatin girtin.

Li Edeneyê têkildarî qetilkirina Muhammed Mustefa yê Kobaniyî ji 3 kesên hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin 2 kes hatin girtin.

Li Edeneyê Muhammed Mustefa yê ji Kobanê li nav erdê kar dikir, ji aliyê xizmên qasidê erd hat qetilkirin. Têkildarî bûyerê Îbrahîm Surer, Renas Surer û Vedat Çelîk ku hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji bersûcan Îbrahîm Surer û Renas Surer ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Vedat Çelîk jî bi awayê ku negirtî bê darizandin serbest hat berdan.

Du bersûcên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler. Hat ragihandin ku ji bo Ozcan Sevînç û Abdulselam Sevînç ên derket holê ku tevlî qetilkirinê bûne bên girtin xebat didomin.