ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP’ê gilî kir
HDP’ê, ji ber nûçeya rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag kir hedef der barê rêveberên rojnameyê de gilî kir. -
Keştiya penaberan noqî avê bû: 3 kes winda ne
Li navçeya Bodrûm a Muglayê keştiya 13 penaber têde noqî avê bû, 3 kes di deryayê de winda bûn. -
Demîrtaş û Yuksekdag: Divê eniya demokrasî û azadiyê ava bibe
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag destnîşan kirin, ku li dijî êrîşên li hemberî mirovahiyê divê eniya demokrasî û azadiyê ya navneteweyî were avakirin. -
Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Xebatkarê 39 salî Îbrahîm Dîkyol ê di Xeta Metro ya Stenbol Kartal-Kanyarca de dixebitî, di navbera vînç û kolon de asê ma û jiyana xwe ji dest da. -
Operasyon û tevgerên keşfê yên artêşa Tirk
Artêşa Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgerên xwe yên keşfê dewam dike, li herêma Amedê derket operasyonê. -
Li Viyanayê lanet li çeteyên DAIŞ'ê hat anîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin. -
MPKE mafê hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re kir rojeva xwe
Buroya Îcrayê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryar girt ku serlêdana têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re binirxîne. -
Li Swêdê avahiya zarokên penaber lê dimînin rastî êrîşê hat
Li avahiyeke Tranås a Swêdê ku zarokên penaber lê diman duh li derdora saet 03:00’an şewat derket. Di encama mudaxaleya erkdarên îtfaiyeyê û rizgarkirinê de 25 zarokên li avahiyê diman li otelekê hatin bicihkirin. -
Li Kobanê hejmara kesên hatine qetilkirin derket 152’yan
Hejmara welatiyên ku di êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Berxbotan û navenda Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, derket 152’yan. -
ÎHD û TÎHV’ê rapora îşkencê û binpêkirina mafan amade kir
ÎHD û TÎHV’ê rapora ku bi munasebeta “26’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî îşkence û piştevaniya kesên rastî îşkenceyê hatine” amede kiriye de aşkera kir ku 54 jî zarok 235 kes, di 5 mehên destpêkê ya 2015’an de jî 51 kes rastî îşkenceyê hatine -
Tuncel: Divê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bên
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê pêk tê da û diyar kir ku divê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka vegerin ser madeyê û şertên azadiyê yên Ocalan pêk bên. -
ÎHD: Tirkiye îdîayên 'piştgiriya ji DAIŞ' re zelal nake
ÎHD’a Amedê êrîşên DAIŞ’ê lanet kir û diyar kir ku Tirkiyeya ku tê gotin destekê dide DAIŞ’ê têkildarî îdîayan de tiştekî zelal nake û got: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê peywira mirovahî û wijdanî ye.” -
HDP: Berpirsê cînayetên kar AKP ye
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kubîlay diyar kir ku di 5 mehên salê de 646 karkerî jiyana xwe ji dest daye û got AKP û patronên xwe ji mirinan berpirsin. -
MPKE êrîşa li dijî Kobanê lanet kir
Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst Arcadîo Dîaz Tejera di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya MPKE de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û kuştina sivîlan lanet kir. -
Desteya Mafên Mirovan îdîayên li hember YPG’ê derewand
Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku serdana hêrêma Cizîrê û Kobanê yên hatine rizgarkirin bikin. -
Koyûncû li ser gora xwe hat bîranîn
Ji damezrînerên yekemîn koma muzîkê ya rock a Laz Kazim Koyûncû, di salvegera 10. a wefata xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. -
Di doza Anter de wê Ozansoy, Eymur û Taşanlar bêne guhdarkirin
Di doza Musa Anter de dadgehê biryara Orhan Taşanlar, Mehmet Eymur, Alî Ozansoy ên ku endamên MÎT'ê bûn wek şahid bên dadgehê û bêne guhdarkirin da. -
Çeteyên El Nûsra êrîşî Deraa kirin
Li bajarê Deraa yê li Başûrê Sûriyeyê, hêzên selefî yên bi çeteyên El Nûsra re tevdigerin, li dijî hêzên rejîmê êrîşeke nû dan destpêkirin. -
AA dîmenê kêliya teqînê çawa kişand?
Ajansa AKP'ê AA (Anadolû Ajansi) kêliya êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê kişand. Kişandina dîmenê kêliya teqînê pirsên "Danê sibehê saet di 04:00 de çi karê AA li herêmê hebû? Gelo DAIŞ'ê ev dîmen daye AA? " anî rojevê. -
Komeleya Kurd a Toronto bi hikûmeta Kanadayê re hevdîtin kir
Komeleya Kurd a Torontoyê, bi hikûmeta Kanadayê re di mijara alîkariya ji bo Rojava hevdîtin kir. -
Zexta Îstîxbarata Elman wê were protestokirin
Binçavkirina endama Yoûng Strûggle Seofî K. a ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ket ser rê, lê ji aliyê îstîxbarata Elman ve hat binçavkirin, wê were protestokirin. -
Bernameya çalakiyên salvegera komkujiya Sêwasê hat aşkerakirin
Rêxistinên Elewî, bi wesîleya 22. salvegera komkujiya Sêwasê bernameya çalakiyan aşkera kir. Ji bo kesên li Madimakê jiyana xwe ji dest dane weke her sal wê îsal jî li Sêwasê meşek bê lidarxistin. -
Wesayîta koçberên Kurd ên Reqayê rastî mayînê hat: 6 mirî
Ji nav malbatên ku ji ber gef û tehdîdên çeteyên DAIŞ`ê ya valakirinê berê xwe dan Kobanê 2 malbat rastî mayînekê hatin, di encamê de 6 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Helebê pevçûn didomin
Li gundên Wehşiye, Til Malid, û Qezel Mezeaa yên derdora Ezazê ji 30‘ê Gulanê ve di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û çekdarên bi ser ve û di navbera çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn berdewam e. -
Yên Ayvalitaş kuştin dîsa nehatin girtin
Rûniştina doza darizandina ajokarê wesayîta ku di çalakiyên Gezî de li Ayvalitaş da û ji cihê bûyerê reviya, dewam kir. Heyeta dadgehê, der heqê bersûcan de biryara girtinê neda û doz ji bo 11'ê Mijdarê taloq kir.