Du endamên Tûgaya Enternasyonalîst li Spanyayê hatin binçavkirin

Du kesên di nav refên Tûgaya Enternasyonalîst de li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin, îro li Spanyayê hatin binçavkirin.

Du kesên di nav refên Tûgaya Enternasyonalîst de li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin, îro li Spanyayê hatin binçavkirin.

Du endamên Tûgaya Enternasyonalîst ên ji bo têkoşîna parastina mirovatiyê û piştevaniya navneteweyî ya li hember çeteyên DAIŞ’ê çûn Rojava, li Spanyayê hatin binçavkirin.

Komîteya Piştevaniya Rojava û Kurd a li hember binçavkirinan nerazîbûn nîşan da, ji bo mîtînga 10’ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir. Komîte, dixwaze hikûmeta Spanya jî weke hikûmeta Hollanda ji bo kesên diçin li hember DAIŞ’ê şer dikin ti pêkanîneke hiqûqî nake tevbigere.